SORGUL ŞÊXO / JINNEWS / HESEKÊ
Fehîma Cemîl a 45 salî û dayika 4 keç û 3 kuran e û li Gundê Rugubayê yê Tiltemira Kantona Hesekê dijî. Wê têkildarî jiyana gund û çanda kevnar got, “Li gundan her jiyaneke xwezayî heye û ev jiyan jî dibe sedem ku em çanda xwe ji bîr nekin. Lewma divê em her dem jiyana li gundan zindî bihêlin.”
Fehîma Cemîl ji jiyana xwe ya li gund gelekî razî ye û pê şanaz e ku destar, hawin, mencel û alavên din ên berê, ew hna bi kar tîne. Çima şanaz e? Ew sedama vê bi van gotnan rave dike: “Dema mirov tiştekî bi destên xwe çê dike, ev tameke din dide mirovî. Jiyana li gundan bûye sedema bipêşketina stranbêjiyê jî. Dayik jî li vir gelekî muhim in. Dayikên navsere jî bedewbûna jiyanê ya li gundan zindîtir kirin. Divê em keda jinê bibînin.”
Ji ber tesîra jiyana li gunda bi ya Fehîmayê çand û jiyana hevpar a civakê jî bêhtir xwegir dibin. Lê ew tercîhekî jî dike ji bo ku nasnameya çandî ya li gundan bimîne: “Alavên nû derketibin jî ji bo parastina çandê ez gelek caran alavên kevn bi kar tînim. Dayikan gelek tişt çêkirine. Ez jî hewl didim ku xwedî li vê kedê derkevim. Em nanên li bajêr jî dixwin lê nanê tenûrê xweştir e. Lewma ez ji nanê tenûrê gelekî hez dikim. Jiyana li gundan çandê zindî dihêle. Em bi hev re hewl bidin û çanda xwe biparêzin. Li gundan her jiyaneke xwezayî heye û ev jiyan jî dibe sedem ku em çanda xwe ji bîr nekin.”