Bi zilma xwe rêyan jî digirin
Şandeke ji Baroya Amedê, ÎHD’ê û DTSO’yê pêkhatî, xwest biçe Pirsûsê, lê polîsên Tirk nehişt ku şande biçe navçeyê.
Nûnerên Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) xwest biçin navçeya Rihayê Pirsûsê, lê polîsên dewleta Tirk a dagirker, nehişt ku nûner biçin Pirsûsê.
Rêxistinên civakî xwestin têkildarî bûyera Pirsûsê biçin Pirsûsê û lêkolînê bikin, rastî astengiya polîsan hatin. Derket holê ku Waliyê Rihayê û midûrê polîsan saet di 03.00’ê şevê de bi telefonê li Nûnerên Rexistinên Civakî geriyane û gotine, “Em nikarin ewlehiya we misoger bikin. Em destûrê nadin hûn bên Rihayê.”
Li ser daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Rihayê, polîsên Amedê heyet li dervêyî Amedê rawestand û destûr neda ku heyet derkeve derveyî bajarê Amedê. Heyeta Nûnerên saziyên civakî ku xwestin biçin lêkolîn bikin, li derveyî bajarê Amedê ji aliyê polîsan ve bi TOMA û maşîneyên zirxî hatin rawestandin.
Nûnerên saziyên civakî yên li dervê bajar hatin astengkirin, li pêş Otogara Amedê daxuyanî dan çapemeniye û helwêsta walitiyê şermezar kirin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen got: “Bi awayekî kêfî çûna me hat asteng kir. Ji bo ku bûyerên din pêk neyên me xwest em biçin wir. Ji bo em biçin Riha em kom bûn, lê polîsan destûr neda ku em derkevin derveyî bajêr.”
Hiqûqa çi, halê çi!
Ozmen da zanîn ku mafê azadiya wan a geştê hatiye asteng kirin, û got: “Fikarên me yên saziyên sivîl hene. Der barê ewlehiya hilbijartinê de em bi fikar in. Ji bo ewlehiya hilbjartinê û sindoqan em ketin nava hewldanan. Ev astengiyên li pêş me fikarên me yên ji bo ewlehiya sindoqan û hilbijartinê zêdetir dikin. Ev pêkanîn li dijî hiqûq û demokrasiyê ne. Dewleta hikûqê van pêkanînan qebûl nake.”