Endamê Desteya Koma Xebatê ya Tora Ziman û Çandan Zimanzan Zana Farqînî, got, "Em ê bi saya zimanan li erdnîgariya Kurdistanê biratiyê pêk bînin".

Tora Ziman û Çandan, di 23-24'ê Mijdarê de li Amedê civînek çêkiribû. Endamê Desteya Koma Xebatê ya Tora Ziman û Çandan, Zimanzan Zana Farqînî, li ser xebatên torê axivî û got, ji niha û şûn ve ew ê nexşerêyekê diyar bikin û gavine pratîk bavêjin.

Ji bo ziman û çandan nexşerê

Farqînî got, ji bo ku di civakê de hayjixwehebûnek çêbe, ew li hev kom bûne, li erdnîgariya Kurdistanê ziman hemû ketine ber çerxa asîmîlasyonê. Farqînî, diyar kir ku ji bo pêşniyazên hatine kirin û nîqaşkirin bi dawî bibin, ew ê gavinan biavêjin. Farqînî destnîşan kir ku ji bo vê, ew ê nexşerêyekê çêkin: "Em ê di qada siyasî de jî zimanê xwe zelal bikin. Em ê bi saya zimanan li erdnîgariya Kurdistanê biratiyê pêk bînin".

Yekîtî û gavên pratîk

Farqînî wekî din got, êdî dem ew dem e ku hin tişt pêk bên: "Divê em karê îro taloq nekin. Wext derbas dibe. Êdî em hatine wê astê ku dikarin zimanê xwe bi kar bînin. Me ev ziman ji dê û bavên xwe bi emanetî girtiye. Lê em di rewşeke wisa de ne ku nikarin vî emanetî dewrî zarokên xwe bikin. Ev jî me diêşîne".

Farqînî, ji bo civînên pêşî yên torê jî diyar kir ku wan bal biriye ser asîmlasiyona li ser zimanan, xwedîderketina li ziman, rewşa partî û saziyên Kurdan, yekîtîya neteweyî, yekîtiya fikrî, polîtîkaya yek zimanî ya Tirkiyeyê hwd. Farqînî, diyar kir ku wê civînên wan bi nîqaş, tesbît û pêşniyazan bisînor nemîne û got, deklerasyona hatiye eşkerekirin jî li ser esasê yekîtiya fikrî hatiye aşkerekirin. Farqînî got, gavine pratîk wê bên avêtin.

Em zimanê xwe bipêşvetir bibin

Zana Farqînî ji bo êrîşên li dijî Kurdan got, divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin: "Kurdî, zimanê kurdan hemûya ye. Divê em xwedî li vî zimanî derkevin da ku em hê bipêşvetir biçin".

 

STENBOL