Lewre ew hişê wan ê ku bixebitanda tunebûn û zêde pêdivî jî pê nedidîtin. Ev jî ji ber ku bi ajoyarî tevdigeriyan. Lewre têkiliyên komî û civakî nebûn. Tenê têkiliyên malbatê yanî yên dê, bav û zarokan hebûn. Ev malbat jî wekî ku min di serî de destnîşan kiriye pêdiviyên wan ji xeynî xwejiyîn, xweparastin û ewlehiyê tu bi tiştekî tunebû. Van pêdiviyên xwe jî bi çend tevgeran dikaribûn pêk bianiyana. Ev çend tevgerên wan jî bi dest û serî bûn. Ev jî jê re tê gotin zimanê jest yanî zimanê nîşande. Ev jî navê wê zimanê laş e. Ya din jî zimanê ku vêga em dixebitînin. Yanî zimanê dengderxistinê û axaftinê ye.

Komên zimanan

Dema ku mirovahî bi pêş ket û cihê malbatê ji kom û civakê re yanî ji êl û hozan re hişt, wê demê pêdivî bi dengderxistinê dît û ji gewriyê dengderxistin û têkiliyên xwe bi riya vî dengî bi hev re danî û ji hev fêm kirin. Vî dengî ziman xist nava tevgerê û axaftin derxist holê. Ev deng û axaftin bi saya bihîstina guh ji gotinên axaftinê fêm dike û diaxive. Piştî zimanê axaftinê bi pêş ket komên her herêmê ji xwe re navek li tiştên pêdiviyên xwe kirin. Ev tiştên ku pêdivî pê hat dîtin û tiştên wan bi xwe ava kirin ew jî bû çanda wan. Vê jî bi xwe re nijadek derxist holê û komên zimanan ava bûn. Navê van komên zimanan yek Arî, Hînt-Ewropa, Samî, Ural-Altay, Çîn-Tîbet, Efrîkayî û yên cuda. Her çiqas me gotibû deng û axaftin bi saya guh e, lê bê raman jî nabe. Ziman bi saya raman tevdigere û dixebite. Yanî zimanê bê raman bê wateye û nabe zimanê civakî. Zimanê ajalan jî heye, lê bê raman e. ji ber vê xeynî jiyankirinê û parastinê kêrt iştekî nayê û xeynî eslê xwe tu ji eslekî din ne dikare fêm bike û ne jî dikare bide fêmkirin. Yanî wekî mirovan nikarin bi zarî dengekî din bikin. Ev jî ji ber ku bê raman in.

Çima zimanê dayikê?

Mirov bi saya raman dikare ji her zimanê fêm bike û bi her zimanî bide fêmkirin û dikare zarî her dengî û her zimanî bike. Zimanê zikmakî çi ye û ji bo çi em dibêjin zimanê zikmakî? Zarok di zikê dayika xwe de dengê dayika xwe seh dikin. Bêguman dengê din jî seh dikin. Lê yê herî bi bandor dengê dayikê ye û dengê wê di hişê xwe de bi cih dikin. Lewre dengê herîz êde û bi pergal seh dike yê dayikê ye. Jixwe piştî zarok tê dinê yê ku bi wan re herî alaqeder dibin dayikên wan in. Hem ji ber vê û hem jî ji ber ku ji berê ve dengê dayika xwe nas dike. Ew zarok dixwaze her gav li dengê dayika xwe guhdar bike. Ji ber vê yekê ye zarok destpêkê fêrî zimanê dayikê dibe. Ji vê re jî tê gotin zimanê zikmakî. Zimanê dayikên wan jî zimanê civaka ku tê de dijîn e. Di nava civakên cîhanê de şeş hezar zimanên ji hev cuda hene lê piraniya van zimanan yan hatine jibîrkirin yan jî winda bûne û hîna jî piraniya wan bi jibîrkirin û bi windabûnê re rû bi rû ne. Ev jî bi destên hêzên mêtinger û dagirker çêdibin. Ne dûr e. Li Tirkiyeyê hêzên dagirker vê rewşê li ser kurdan didin meşandin. Li ser zimanê kurdan her lîstik tê meşandin. Kurdan tune hesibandin, zimanê wan qedexe kirin û pê qerfên xwe kirin bi zimanê dagirker perwerde kirin, ev perwerde jî ne ji bo pêşketina wan e. Bi tevahî ji bo guhertina zimanê wan û bişavtina wan e. Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî xespkirin û tunehesibandina çand û zimanê wan bi qirkirinê re rû bi rû hiştine. Her çiqas Tevgera Azadiyê pêşî li ber qirkirinê girtibe jî hîna hewldanên hêzên dagirker li ser qirkirinê didomin.

Ziman eslê mirovan e

Ev jî rastiyeke ku mirov gava lê dinêre bi rastî jî yên ku ji ziman û eslê xwe dûr dikevin ji esl û zimanê xwe re kufiriyan dikin. Îcar em bên ser zimanê nivîskî. Zimanê nivîskî li gorî kolandinên arkeolojîk beriya zayînê panzdeh hezar salan bi pêş ketiye. Ev jî mînaka kolandina girê Xirabreşkê yê Rihayê ye û ji kolandinên cuda jî diyar in. Çima zimanê nivîskî? Lewre ji bo mirov xwe, dîroka xwe, civaka xwe nas bike pêdivî bi zimanê nivîskî heye. Vêga şaristanî û dîroka me bi saya nivîsê tê nasîn. Mînak; tabletên Misirê û nivîsên bizmarî yên Sumerê. Ji van nivîsan dihat zanîn ku şaristanî ji Sumer, Misir, Çîn û ji yên din dest pê kiriye lê ji kolanên girê Xirabreşkê diyar bû ku şaristanî beriya Sumeran ji deh hezar salan zêdetir ava bûye. Em vê jî bi saya nivîs û nîşaneyan hîn dibin. Yanî nasîna me ya civakan, gelan, zimanan û nijadan ji çîrok, roman û pirtûkên dîrokî ne. Mînak pirtûka Gilgamêş. Yanî di romanê de her çiqas lehengan digirin dest jî di kesayetiya wî /wê de çand, civak, ziman û nijada wan dinasîne. Her mirov nivîsên xwe bi zimanê zikmakî dinivîsîne. Her çiqas nivîs li zimanên cuda tên wergerandin jî gava mirov nivîsê dixwîne mirov jê fêm dike ku nivîskar nivîsa xwe bi zimanê kîjan civakê nivîsiye. Ev jî bi piranî di romanan de xwe nîşan dide. Gava zimanê nivîsê wêjeyî be hîn zêdetir bala xwendekaran dikişîne û ji drama civaka ku girtiye dest hîn bêtir fêm dike. Ji ber vê bi zimanê zikmakî nivîsên wêjeyî, roman, çîrok, helbest û bi taybetî jî roman pir girîng e. Bi zimanê zikmakî nivîsandina romanê pewîst e bi taybetî jî ji bo kurdan.

Pêwîstiya perwerdeya Kurdî

Kurd dikarin bibêjin “Em perwerdeya xwe bi zimanê tirkî dibînin çi pêdiviya me bi nivîsandina kurdî heye. Jixwe em xwe bi zimanê tirkî hîn baştir vedibêjin.” Li gorî min ên herî zêde pêdiviya wan bi nivîsandina zimanê zikmakî heye kurd in. Lewre kurd bi darê zorê hînî zimanê tirkî dibin. Ji ber ku ev zimanê biyanî bi darê zorê bi kurdan tê hînkirin kurd jî ne baş hînî vî zimanî biyanî dibin ne jî dikarin zimanê xwe yê zikmakî baş bixebitînin. Ev rewşa bi darê zorê ne ji aliyê tirkan tenê ve wisa bûye, ji aliyê ereb û eceman ve jî heman rewş e. Fêrbûna ziman baş û erênî ye lê ne ji bo jibîrkirina zimanê xwe yê zikmakî û dûrketina jê. Ji ber vê çawa ku mirov bi zimanê pergala dagirker dixwîne û dinivîsîne pêwîst e bi zimanê xwe yê zikmakî jî bixwîne û binivîsîne. Ji ber vê jî pêdivî bi nivîsandina romanên bi zimanê zikmakî heye. Li gorî min gava roman tê nivîsandin pênasîna lehengan di heman demê de pênasîna çand, ziman û civakê ye jî. Bi nivîsandina romanê nivîskar hem xwe perwerde dike hem jî derdora xwe yanî xwendekarên xwe perwerde dike. Lewre gava nivîskarek dest bi nivîsandina romanek bike divê ji berê ve der heqê mijara wê de lêkolînê bike û xwendekaran der heqê tiştan de agahdar bike. Ev jî girîngiya nivîsandina romanê bi zimanê zikmakî nîşan dide.


NUSRET AMUTGAN /
Girtîgeha Tîpa-F a BOLUYÊ