Di xebatên de 35 xwendekarên hekîmtiya diran, tip û hemşîretiyê cih girtin. Xwendekaran roja ewil têkildarî armanca xebatê agahî dan û bi gundiyan re paqijya derdorê kirin. Piştî paqijiya derdorê ji zarokan re têkildarî tenduristiya diran û dev û jiyan hîjyenîk agahî dan. Xwendekarn ji jinan re jî têkildarî tendursitiya zagon û dayîk û muaneya sing agahî dan û pirsgên jinan ên têkildarî vê mijdarê da bersivandin.

Xwendekar di roja duyemîn de jî li malan geriyan û guhdariya pirsgirêkên tendurîstiyê yên gel kirin. Xwendekaran şekir û tansiyona welatiyên temenê wan ji 35 saliyê zêdetir pîvan û têkildarî nexweşiyên diyabet û hîpertansiyonê agahî dan. Xwendekaran ligel vê yekê muayenaya diran û dev a zagona jî kir û ji malbatan re li gorî hejmara wan firçeyên diran û macun danîn. Xwendekaran di xebata xwe ya 2 rojan de bi zimanê zikmakî bi gel re têkîlî danîn û gundiyan bêyî pirsgirêkan bijîn pirsgirêkên xwe yên tendurîstî vegotin. Welatiyan xwest ku bêtir xebatên wisa bikin. 

DÎHA/AMED