Koma Helbestê ya Amedê du hefteyan carekê şêwra helbestê li dar dixe, û vê hefteyê Helbestkar Zozan Gulan û pirtûka wê Ajero li civata xwe kir mêvan.
Zozan Gulan jî li ser helbestê got, helbest li dijî bêdengiyê qêrîneke: “Min di destpêkê de helbestên xwe bi Tirkî dinivîsand. Piştre ez fikirîm ku nivîsandina bi Tirkî xiyaneta li dijî xwe û li dijî dayika xwe ye. Dawiyê min biryar da ku ez bi Kurdî binivîsim.”
Piştre jî Zozan Gulanê ji pirtûka xwe, helbesta bi navê “Şerm” xwend. Helbestkar Sultan Yaray îşaret bi zehmetiya bi awayekî azad nivînsandina jinan kir û got, “Zozanê hêviyên xwe pirr xweş aniye ziman. Hezkirina xwe, hêviyên xwe, qebûlnekirina xwe bi zimanekî xweş vegotiye.”
Piştre Helbestkar Roza Metîna got, “Dema mirov helbestekê bixwîne gelek caran xwe di nav de dibîne. Heger pirtûkek be, helbestek be heger tiştekî li jiyana mirovan zêde bike ev girîng e.”
Şêwra Koma Helbestê ya Amedê bi nirxandina pirtûka Ajero û bi xwendina helbestê bi dawî bû.
JINNEWS / AMED