Şerîf Yilmaz ku li Semsûrê di bin banê DÎSA-DER'ê de perwerdehiya zimankê Kurdî dide got, "Li hemû warên jiyanê bi Kurdî bixwînin, binivîsînin, biaxivin û bi Kurdî bifikirin."
Li Semsûrê, xebatên Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Huner (DÎSA-DER) didomin. Yek ji mamosteyên DÎSA-DER'ê Şerîf Yilmaz e. Ew destnîşan dike ku tişta girîng ew e ku tevî zext û zoriyê, Kurdî li ber xwe dide, lê belê dîsa jî ev têrê nake. Yilmaz dibêje, li Semsûrê wan hîna nû dest bi xebatan kiriye û ew hewl didin ku valahiya di vî warî de ji holê rakin.
Yilmaz, îşaret bi rewşa siyaseta ziman li Tirkiyeyê dike, dibêje, ji Elmanî û Ingilîzî heta bi gelek zimanan, perwerdehî heye û wiha dewam dike: "Niha behsa biratiya gelê Tirk û Kurd tê kirin. Lê belê, zimanê Kurdî hîna jî qedexe ye. Ev tiştekî çewt e. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ger em bira bin, çima zimanê me qedexe ye? Lê çi qasî qedexe dikin bila bikin, em ê hîn bêhtir xwedî lê derkevin."
Ayetan jî înkar dikin
Yilmaz rola ziman a ku neteweyekê dike netewe bi bîr dixe, û dibêje, "Her netewe xwedî zimanekî ye. Xweza bi xwe jî xwedîiyê zimanekî ye. Em Kurd in û gelekî cuda ne. Çima zimanê me tê qedexekirin? Li dibistanên bi Ingilîzî, Elmanî, Fransî hene, lê bi Kurdî tinene. Tim tê gotin, ev welatekî Misilman e, lê belê her çend ev yek (mafê ziman ê qewman) di ayetan de jî derbas dibe lê dîsa jî tê înkarkirin."
Divê em bêhtir têbikoşin
Yilmaz, bi bîr dixe ku piştî KURDÎ-DER bi biryarnameyên di hukmê qanûnê de (KHK) hat girtin, demekê ev meydan vala maye û niha wan ji nû ve dest bi perwerdehiya Kurdî kiriye. Herî dawî Yilmaz dibêje: "Divê li hemû warên jiyanê herkes bi Kurdî bixwîne, binivîsîne, biaxive û bifikire. Li ser zimanê me tim zext û zorî hene. Divê em li dijî van çewisandinan, bêhtir têbikoşin."
SEMSÛR