Ji ber tevdîrên krîza koronayê, gelek malbat mexdûr dibin. Nexasim ewên ku debara xwe bi karên rojane dikin, di rewşeke pirr xirab de ne. Ji ber wê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanyayeke piştgiriya civakî da destpêkirin. Rêxistina HDP’ê ya Amedê 3 hezar malbatên hewce tesbîtkirin, ya Mêrdînê 2 hezar û 500. Rêxistinên Amed, Stenbol û Mêrdînê bang li xelkê kir da ku beşdarî vê kampanyayê bibin. Kampanya HDP’ê bi navê malbata piştgir (xwişk) bi rê ve diçe. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku wan di çarçoveya vê kampanyayê de heta niha 3 hezar malbat diyar kirine û got: “Em ê xweşikiyên xwe yên berê û rûmeta mirovahiyê îro helbet nîşan bidin." Zeyyat Ceylan got, bêyî cudakeriyê têxin nava malbatan, ew hewl didin, alîkariya malbatên hewce hemûyan bikin: "Heta niha gelek kes, rêxistin û sazî hene ku dixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê. Kî dibe bila bibe, alîgirê kê dibe bila bibe, bê cudakerî em hewl didin, destê alîkariyê bidin malbatên hewce.” Di vê çarçoveyê de bi alîkariyên tên berhevkirin, pakêtên zad û qut tên amadekirin. Malbatên dikarin bi xwe diçin van pakêtan tînin, ên nikarin, rêxistina HDP’ê van pakêtan digihîne kesên hewce. Di çarçoveya kampanyayê de malbatên karibin alîkariyê bidin jî wê bên tesbîtkirin û ev malbatên hewce û yên alîkariyê bidin, wê têkiliya wan bê danîn. Bi gotinên Zeyyat Ceylan, HDP “di navbera malbatan de dibe pir.” Li Mêrdînê 53 malbat piştgir Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Salih Kuday jî got, li Mêrdînê di çarçoveya kampanyayê de heta niha wan xwe gihandine bi sedan malbatan û 53 "Malbatên Pi,stgir" çêkirine. Malbatên hewce yên tesbîtkirî jî li Mêrdînê li gorî Salih Kuday 2 hezar û 500 in. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî li ser kampanyayê peyivî û got, "Em bang li her kesî dikin, heger derfetên we hene ji xwe re malbateke hewceyî alîkariyê bibînin." Berê, piştî ku dewleta Tirk êrişî Berxwedana Xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê kiribû, gelek malbat hewce bûbûn û bi kampanyayeke bi vî rengî piştgirî hatibû organîzekirin. Hingê Heyva Sor a Kurdistanê ji Ewrûpayê jî pişta vê kampanyayê girtibû, çawa ku niha jî dike. AMED/MÊRDÎN