Ulumaskan: Ez bawer dikim, hêza civak û tevgera Kurd dikare van pirsgirêkan tevan çareser bike. Lê ji bo em ji xewa xemsariya zimanê xwe şiyar bibin, pêwîst e ku ji nava civaka Kurd helwêst û bangeke xurt a ziman, wek hawara, Hawarê bê kirin û hemû malbat, sazî û rêxistinên Kurd bi yekdengî li zimanê Kurdî xwedî derkevin.
MURAT MANG / BIELEFELD
Bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî em bi Hevserokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Elmanyayê (YMK) Abdulkadir Ulumaskan re peyivîn. Ulumaskan îşaret bi rewşa Kurdî li Elmanyayê kir û got, zimanê Kurdî li Ewrûpa û nexasim li Elmanyayê li ber mirinê ye. Ulumaskan Kurdan di biwara zimanê Kurdî de xemsar dibîne, û hêvî dike, Kurd ne bi rojekê û ne bi peyamekê li zimanê xwe xwedî derkevin, lê bibin xemxwarê zimanê xwe. Tevî vê rewşa ku ji ber xemsariyê giran dibe jî, mamoste Ulumaskan bê hêvî nîne û dibêje, hêz û qeweta civaka Kurd û tevgera wê ya siyasî heye ku bike ku hemû malbat, sazî û rêxistinên Kurd bi yekdengî li zimanê Kurdî xwedî derkevin,
Rewşa zimanê Kurdî li Ewrûpayê bi taybetî li Elmanyayê çawa ye?
Li Ewrûpa û bêtir jî li Elmanya bi rastî Zimanê Kurdî li ber mirinê ye. Belê hewldan, xebat, hinek sazî û hêvî hene lê bi giştî rewş gelekî lewaz û aware ye. Ziman, ji kal û pîran tê, bi dê û bavan berdewam dike û bi ciwan û zarokan jî dijî. Dema ku zimanê me ji me derbasî nivşên dû me ango zarok û neviyên me nebe, diyar e ku zimanê me li ber mirinê ye. Em û her kes dibêje: „Ciwan û zarokên me pêşeroja me ne!“ Helbet ev rastiyek e. Lê pêşeroja bêziman ji bo gelekî, netewekê mirin e. Gava ku ziman mir, her tişt jî pê re dimire.
Em gelek caran vê rewşa xwe bi vî aweyî diyar dikin û dibe ku ev wek reşbîniyekê tê dîtin lê bi rastî bi kêmanî li vê qadê, li qada Awrûpa Zimanê Kurdî di helakê de ye. Êdî ciwan û zarokên me bi zimanê me nizanin. An hejmareke pir kêm, nîvco dizanin. Mixabin li welêt jî rewş ne zêde ji vê derê baştir e.
YMK Cejna Zimanê Kurdî çawa pêşwazî dike?
Wek hûn dibînin, em Cejna Zimanê Kurdî bi peyamekê an jî daxuyaniyekê pêşwazî dikin. Divê Komela Mamosteyên Kurd an saziyên têkildarî ziman yên din ne ji salê carekê tenê bi peyamekê û çend daxuyaniyan pêşwazî bikin. Di rojên taybet de bes bi hin daxuyaniyan tenê Zimanê Kurdî nayê parastin. Bi rastî em wek Kurd bi gelemperî xemsar in. Em ne xemxwarê zimanê xwe ne.
Mîr Celadet Bedirxan û hinek hevalên xwe yên Kurdên rewşenbîr û welatparêz li derî welêt, di bin zextên dijwar de, bi derfetên herî kêm, zikek têr û yek birçî; Hawara xwe gihandin welêt û di warê ziman de xebatên bêhempa kirin. Em bi gelek derfetên baş û tekonojiya herî pêşketî û girseya evqas mezin nikarin bi qasî wan bikin. Ji ber ku di me de fedakarî, xemxwarî qels bûye. Em ne xemxwarên zimanê xwe yên zimanê xelkê ne.
Di vê biwarê de pirskirêkên we çi ne?
Gelek pirsgirêk hene. Lê bi dîtina min pirsgirêka sereke, maka pirraniya van pirsgirêkan jî wekî me gotî, xemsarî, li zimanê xwe xwedî derneketin û bi taybetî jî tênegihîştina girîngiya ziman û têkiliya ziman û netewebûnê ye. Ez bawer dikim ku em Kurd bi giranî ne ne serwextî girîngiya zimanê xwe ne. Ji vê yekê, em hemû Kurd; sazî, civak û siyaseta Kurd bi giştî berpirsiyar in.
Ji bona parastin û bipêşxistina Zimanê Kurdî, plansazî û projeyên me yên domdar û demdirêj zêde tinene. Ne tenê yên demdirêj yên rojane jî gelekî kêm û lawaz in.
Bi dîtina min berî destnîşankirina pirsgirêkan, divê berî her tiştî em têgihîştin û hişmendiya xwe ya ziman biguherinîn. Dema em hişmendiya xwe ya ziman biguherin, ez bawer dikim, em ê karibin hemû pirsgirêkan jî çareser bikin.
Hemû zanyarên cîhanê gotine û dibêjin: “Ziman stûna neteweyî ya bingehîn e.” Heger em ji dil ji vê bawer bikin, rewşa zimanê me jî wê gelekî baştir bibe.
Ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî peyamên we çi ne, dive kî û çawa xwe bide ber berspirsyariyê?
Berî vê bi 87 salan, di sala 1932´yan de Mîr Celadet Bedirxan, xetera li ser Zimanê Kurdî û bi vê ve girêdayî xetera li ser Neteweya Kurd dît û bi Kovara Hawarê, hawar kir. Mîr Celadet, ne tenê zanyarekî ziman yê baş, siyasetvanekî gelekî hêja jî bû. Wî di vê pêvajoyê de baş fêm kiribû ku ne bi tenê Zimanê Kurdî, Kurdîtî bi xwe jî di bin xetereke mezin de ye. Loma jî hawar kir û got, “Kurdino, malxerabino! An bi Kurdî biaxivin, an jî mebêjin, em Kurd in!” Mixabin em hê jî ji bin bandora wê xeterê baş rizgar nebûne. Celadet Bedirxan û hevalbendên xwe yên welatparêz, Zimanê Kurdî hetanî radeyekê pêşiya vê xeterê girtin û bingehên Kurdiya nûjen durist kirin. Bêguman bandora vê rêçê li parastina Kurdîtiyê jî bûye. Divê em wek civaka Kurd a welatparêz; rewşenbîr, sazî, siyaset û gel tev bi vê bîr û baweriyê xwe berpirsiyar bibînin. Tevî hemû kêmasiyan jî ez ne bêhêvî me. Ez bawer dikim, hêza civak û tevgera Kurd dikare van pirsgirêkan tevan çareser bike. Lê ji bo em ji xewa xemsariya zimanê xwe şiyar bibin, pêwîst e ku ji nava civaka Kurd helwêst û bangeke xurt a ziman, wek hawara, Hawarê bê kirin û hemû malbat, sazî û rêxistinên Kurd bi yekdengî li zimanê Kurdî xwedî derkevin. Xwedî derketina li ziman; xwedî derketina, li bav, kal û netewa xwe ye.
Cejna Zimanê Kurdî li Gelê Kurd pîroz be..