JÎNDA BÊRÎTAN Çirûskên agir ji nava perengên êzingan hildibûn. Ber bi ezmanê bilind ve difiriyan û çendîn pirr bilind jî dibûn hê xuya dikirin. Paşê jî vedimirîn û wenda dibûn. Em li ber agir rûniştin. Rojeke xweş û tijîkar li pey me ma. Em êvarê jî bi havalan xweş dikin. Em li ber agir in, û çaydankek li ser sotikên agir dikele. Ma ti tişt ji çayeke teze a di hewaya paqij a Kurdistanê de xweştir heye? Bi dorê her kesî stranek digot. Em bi hemû zaravayên Kurdî diaxivin û distrên. “Ka Heval Dilsoz, tu jî stranekê bêje!” Wî serê xwe ji seragir ranekir. Weke ku di nava pêtan de hemû bersivên cihanê veşartî bin. Heval Dilsoz eniya xwe qermiçand û di reşka çavên wî de agirê me yê germ careke din xwe nîşan dike. Wî nexwest stranê bêje, ji bo vê jî dest bi çîrokekê kir: Gelo çima hemû mirov ewqas dikevin bin bandora êgir? Çima em nikarin çavên xwe ji êgir vekin? Ti pêt mîna ya din jî nîne. Ji ber ku darên em diavêjin nêv jî ne wekhev in. Her dar bi dîroka xwe ye û dema wextê wê tê dimire, dikeve erdê û em van darikan kom dikin ji bo em xwe germ bikin. Di her tiştî de xêr heye. Lê xêra êgir ji vê jî mezintir e. Dema em agir pêxin, divê em ked bidin. Em êzingan kom dikin û heta çirûska despêkê derkeve û darekî qalind jî bikeve nava leystoka pêtan, wext û sebir lazim in. Ev, jidayîkbûna êgir e. Piştî vê êdî radibe ser xwe û dimeşe. Mîna zarokekê ku mezin dibe û êdî pêwistiya wê bi alîkariyê tune ye. Ji bo demekê, agir tam geş dibe û gurr dibe. Herî zêde em di vê demê de nikarin çavê xwe jê vekin. Ji ber ku em jiyana xwe weke şerîta filmekî tê de dibînin. Ev agir ji me re çîroka xwe dibêje. Her jiyan jî bi dawî dibe. Dema agir vedimire, em jî hinek zêdetir ji mirin û jiyanê fehm dikin. Hevala hemû mîna stûnan li ber agir li pêtan dinêrin û li ser çîroka Heval Dilsoz dihizirin. Wî ji hanekan hez dikir, lê zêdetir ji gotinên giranbuha hez dikir. Ji ber ku li kêleka ewqas kêliyên ku nayin jibîrkirin, Heval Dilsoz ti carî armanc û reya xwe winda nedikir. Şehîd Dilsoz Bihar wek navê xwe bû. Di temenekî piçûk de cihê xwe di nava rêxistinên Elman ên marksîst-leninîst dît û dilsoziya xwe ji vê demê ve des pê kiribû. Li bajarê Karlsruhe ya Elmanyayê di sala 1993’an de ji dayik bû û mîna gelek enternasyonalîstên di nava refên parastina gel de, ew jî li perspektîfekê geriya. Divê hêzên şoreşgerî pêşengtiya civakê bikin û rê nîşan bidin. Ji nava tarîtiya jiyana rojane ya ku xwe tenê roj bi roj rizgar dike, wî bi xwendina parêznameyên Abdullah Ocalan ronahiyek dît. Ev ronahî pêşiya wî vekir û reya wî ber bi Kurdistanê ve vekir. Dema hevalên derdora wî qala Serokatî kirin, wî her tim hevokên wan temam kirin û got: Rêberê gelên cihanê Abdullah Ocalan. Ji ber ku pêşbînî û fehmkirina Heval Dilsoz gelekî xurt bû. Beriya ku berxwedana Kobanê di cihanê de bi nav û deng bibe, wî dizanî ku wê rojekê bi hezaran ciwanên ji Ewrûpayê û beşên din ên cihanê beşdarî refên parastina gel bibin û li ser vî esasî jî fikrên Serokatî bibin welatên xwe. Yek ji sebebên tevlîbûna wî ya di nava YPG’ê de jî ew bû: Dîrok aniha li Rojavayê Kurdistanê tê nivîsandin û divê ku hemû hêzên şoreşger berê xwe bidin wir. 
Kî bi şans bû û Heval Dilsoz bi xwe nas kiribû dizane, kena wî dikir ku her kes pê re keniya. Lê zêdetir ew bi ramanên mezin mijul dibû û li nîqaşan bi hemû hevalan geriya. Dema mirov bi hev re sohbet dikin, fikirê mirov vedibe û reyên nû dibîne. Ti kes bi tenê nikare çareseriya vî şerî yan jî şoreşekê bi xwe ava bike. Ji bo ku em tevgereke civakî bin û civakê bixine tevgerê, divê em despêkê bi xwe bibin zindiyekî civakî. Li ser vî bingehî jî Dilsoz Bihar hevaltiya xwe bi her kesî re kûr kir û di nava refan de jî gelek hat hezkirin. Ji ber ku ew ne tenê bi fikrê xwe li pêş bû, ew jî di nava şer de fermandarekî baş bû û her kesî bi kêfxweşî lê guhdar dikir. Armanca wî ne şerkirin bû. Şerkirin tenê pêwistiyek li dijî hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê bû. Dibe ku her kes nikare xeyal bike jî, wî bi çavê xwe çi dît û çi nedît, lê wî ti carî germbûn û dilnizmiya xwe winda nekir. Ji bona her gundê valakirî û her cenazê di erdê de, Heval Dilsoz hezkirina xwe ya ji bo mirovahiyê hin mezintir kir. Di dîrokê de gelek mînakên mîna DAÎŞ hene, lê mirovahî ti carî bi bin neket. Ji bona her kesî ku fehm nake çawa ciwanekî ji Elmanyayê ku zarokên piçûk perwerde kir, her tişt li pey xwe hişt û di sala 2012’an de çû Kurdistanê, bersiv ev e: Heval Dilsoz xeteriya DAÎŞ’ê li ser tevahî mirovahiyê fehm kir, beriya ku piraniya mirovên Ewrûpî zanîbûn DAÎŞ heye. Di hevdîtinekê de dibêje: ‘’DAÎŞ dixwaze temamê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka dagir bike û rejîma xwe ya hov û qirêj li ser hemû gelan ferz bike. Piştî vê jî berê xwe bidine Ewrûpayê. Carekê din hûn ji min re dibêjin, ev şerê li Kurdistanê min eleqedar nake, divê ku hûn pêşdetir bifikirin. Ji ber ku welatê min Elmanya silahên DAÎŞ’ê hildibirîne û ev jî berpirsyariya min e.’’
Herî dawî wî erkeke giring danî ser milê xwe. Wî şervanên enternasyonal ên ku nû hatin nava refên YPG’ê perwerde kir. Kurdiya wî gelekî baş bû. Hem nivîskî, hem jî devkî. Ji bona vê jî fêrkirina zimanê Kurdî ji bona şervanên ji Fransa, Spanya, Holanda, Estlanda, Awustralya yan jî Kanada yek ji karên wî bû. Ew bi vê têgihiştinê tevgeriya ku DAÎŞ û dewleta Tirk bixwazin gelê Kurd qir bikin. Ji ber vê jî fêrbûn û pêşxistina zimanê Kurdî erkekê şoreşgerî bû. Gelek kes wî weke mînak dîtin û xwe bi xwe fêrî Kurdî kirine. Lê her tim dema ew muhabirî kiriye, mirovên derdora wî matmayî diman. Enternasyonalîzm rêûresma tevgerên sosyalîst e. Lê enternasyonalîzma tevgera Kurd pir bi heybet e. Ji ber ku ne tenê mirovên gelek neteweyan berê xwe dane kar û xebatan; tevgera Kurd bi xwe ji mirovên gelek neteweyan ava bû. Ev ferqa herî mezin di navbera tevgera Kurd û tevgerên li Ewrûpayê ye. Ti şervan ferqê naxe nava gundan. Kesek nabêje, ev gundekî Kurdan e, ev gundekî Ereban e, ev jî gundekî Suryanîyan e – hemû gundên ku YPG û YPJê ji destê DAÎŞê rizgan dikin hemû wekhev in. Mîna zimanên ku tê de tên axaftin û olên ku tê de tên bawerkirin û ji bona vê jî mirovên ku tê de jiyan dikin wekhev in. Tevgerên Ewrûpî dikarin ji vê wekheviya gelan a rast gelekî fêr bibin. Heval Dilsoz bi vê bawerî û biryardarî têkoşîna xwe meşand. Divê em ruhê enternasyonalîzmê bi vê wesileyê hîna xurtir bikin û gavên xwe baş biavêjin. Wî di rojnivîsa xwe de nivîsand ‘mîna hevalên li kêleka min canê xwe ji bo min feda kirin, ez jî heta dawî amade me û min mirin jî anî ber çavan ji bo ku ez hevalên xwe biparêzim’. Wî reya xwe bi zanebûn hilbijart, bi salan amadekariya vê dikir û ti kesî nikaribû pêşiya wî bigre. Eger di sala 2015’an de neçûbaya Rojava, wê salekê din çûbûya. Di roja 6’ê Tîrmehê 2015’an de Heval Dilsoz heta mermiya xwe ya dawî li ber xwe da û bi çend hevalên xwe re di nava têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de li Silûkê şehîd bû. Divê em agirê van şehîdan bilind bikin. Heval Dilsoz, em te tu carî ji bîr nakin: Şehîd namirin!