Xelatgir: Me xwest em xwedî li rêya wan qehremanan derkevin. Em soz didin em ê pênûs û kamereya wan li erdê nehêlin.

Xelatên 4’emîn Pêşbirka Wênegirî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a diyarî şehîdê çapemeniya azad Rizgar Adanmiş hate kirin, hatin dayîn.

4’emîn Pêşbirka Wênegirî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li hola konfaransê bi amadebûna bi sedan beşdaran, nûnerên saziyan û mêvanên derve birêzgirtinê dest pê kir. Çalakiya îsal diyarî

Di merasîmê de dayika Şehîd Denîz Firat, Sultan Yildiztan axivî û got, “Ez ê heta dawiyê şopdarê rêya Denîz û Rizgar bim.”

Li ser navê malbata Şehîd Rizgar Adanmiş, xwişka wê axivî û got, “Denîz û Rizgar cihê xwe didilê me de kirine. Ez gelek kêfxweş bûm ku ev pêşbirk ji bo Rizgar hatiye amadekirin. Ew di koçberiyê de mezin bû û şehîd bû. Dema ku Denîz şehîd ket, Rizgar soz da ku kamêreya wê li erdê nehêle, heta şehîd bû. Ez jî li vir soz didim kamereya wî li erdê nehêlim. Ez ê li ser şopa wî bimeşim.”

Piştî axaftinan kesên hêjayî xelatê hatin dîtin, xelatên wan hatin dayîn.

Di rêze bernameyê de sînevizyona ku ji bo Şehîdên Çapemeniya Azad Şehîd Denîz Firat û Şehîd Rizgar Adanmiş hatî amadekirin hat nîşandan.

Piştî temaşekirina sînevizyonê, merasîma xelatdayînê dest pê kir.

Navê kesên di encama çalakî û pêşbirkê de xelat girtî û cihên ji wan beşdarî pêk hatî jî wiha bûn:

Kurdî / Kurmancî – Helbest

1’emîn; Lokman Akbaba, Dilsoziya Gulanê, Zîndana Tekîrdag a Tîpa F

2’emîn; Salahadîn Yusuf, Çiraya pêşîn, ji Efrînê ye niha li Kobanê ye

3’emîn; Abdulrizaq Şîmşek, Rewneqa Delala Madî, Zîndana Diyarbekir a tîpa T

Kurdî/ Kurmancî – Çîrok

1’emin; Abdûlrezaq Şîmşek, Mêvanê Şevê, Zîndana Amadê ya Tîpa T

1’emîn; Weysî Tallî, Daweta Sitî Zileyxa û kurê Mîrê Botanê, li Wargeha Mexmûr

1’emîn; Roza Metîna, Mizgîn xêrên der biharan, ji Mêrdînê ye li Amedê dijî

2’emîn; Qedîr Egîd, Û Sêvda tî ma…!, ji Amûdê ye niha li Qamişloye dijî

3’emîn; Lokman Akbaba, Soring, Zîndana Tekîrdag a Tîpa F

Kurdî – Soranî / Helbest

1’emîn; Delîl Mîrsaz, Helbesteke qedexe, ji Rojavayê Kurdistanê beşdar bûye

2’yemîn, Ezîz Pusat, Xwe nefiroşe, ji Wargeha Mexmûrê

3’yemîn, Medenî Îlhan, Min xewinde ciwanî debînim, ji Wargeha Mexmûrê

Tirkî /Çîrok;

1’emîn; Eylem Karahan, Saçlarinda bahar kokusu, ji Dersimê ye li Elmanyayê dijî

2’yemîn; Rayîf Damar, Kuzu çobani Ebdal, Zindana Kocaeli ya Tîpa F

3’yemîn; Orhan Şakar, Babamin kemikleri, Zindana Rîzeyê

Tirkî – Helbest

1’emîn; Adar Umut, Heyy Heval, Zindana Erzîncanê

2’yemîn; Elî Murat Çelik 1 ışık, Zindana Bolu ya Tîpa F

3’yemîn; Elî Murat Çelik 2 Menfa (1) Zindana Bolu ya Tîpa F

Wênegirî

1’emîn; Zana Seydî, Rojavayê Kurdistanê

2’yemîn; Welat Kilîm, Wargeha Mexmûrê

3’yemîn; Aram Berekat Elî, Qamişlo

Jinê serî netewandiye

Li ser navê yên ku di pileya yekemîn di beşa helbestê û çîrokê ya Kurmanciyê de wergirtî, Roza Metîna axivî û got, “ i kesayeta Şehîd Rizgar û Denîz de me xelat wergirtin. Ew bi rol û mîsyoneke mezin rabûn di çapemeniya Kurdî de. Min jî nivîsîna çîroka jinekê hilbijart. Ji ber ku jina Kurd di dîrokê de xwediyê roleke girîng e, li gel ji dîrokê heta niha her dem êrişî vîna wê û bedena wê kirine, lê wê serî netewandiye. Em hêza xwe ji Besê, Zerîfeyan û Leyla Qasiman digirin. Denîz, Rizgar û Dilîş navê xwe di dîrokê de hêlan û tekoşîna wan a herî mezine.”

Pênûs û kamerayên pakrewanan li erdê neman

Yekemînê beşa Helbesta bi Soranî, Delîl Mîrsaz jî piştî wergirtina xelatê hestên xwe wiha îfade kirin: “Ez di serî de bixêrhatina we hemûyan dikim, her wisa bi rastî jî di karekî wisa de şopandina xeta şehîdan ku em hemû bi hev re li ser felsefeya Rêber Apo dimeşin, careke din yên kû ev pêşbirk amade kirine, ez malavahiya wan hemûyan dikim.”

Welat Kilim jî di beşa wênegiriyê de bû duyemîn û wê li ser girîngiya bibîranîna şehîdan got, “mafê her kesê ye ku xwedî li rêya wan derkeve. Em careke din bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin û em ê ser xeta şopa şehîdên xwe bimeşîn.”

Weysî Talî jî ku bû yekemîn, got: “Me xwest em xwedî li rêya wan qehremanan derkevin. Em soz didin em ê pênûs û kamereya wan li erdê nehêlin.”

Piştî merasîma xelatdayînê, Hazar Uçar, Heval Îskan helbest, wêjevan Roza Metîna û Heval Baran jî stran gotin.

ROJNEWS/MEXMÛR