Carinan meseleyeke henekî gelek gotinan betal dike û merama mirovî hêsantir îfade dike. Ev awayî vegotinê mîna wê yekê ye ku mirov bi wêneyekî ango di kêliyeke cemidî de dikare bêhtir tiştan îfade bike ji bi hezaran gotinan. Ez ê jî bi meseleyekê merama dilê xwe ji we re bibêjim, belkî hêsantir be. Ji bo ku hûn zêde xwe newestînin, ji pêşî ve bibêjim, ez ê qala derewê çapemeniyê û dewleta Tirk bikim. Ji min were bikim bisteke tûj di erdê wan ên derewan de biçikînim.
Dibêjin, rojekê du heval (li ser bextê Hêriş be, wî digot yekî Torî, ji bo tahnan bide min) ji xwe re li çiyê digerin. Xwedê dizane nêçîrvan in. Herdu jî bi tiving in û guh û çavên wan bel û pelkirî li hawîrdor dihisisînin û çavên xwe digerînin. Çawa dibe, dengek ji nava deviyekê li ber guhên wan dikeve. Ji herdu hevalan yek (li gorî Hêriş yê Torî) dibêje, “Ha bi Xwedê min pezkoviyek di nava debiyan de dît!”
Hevalê wî berê xwe dide devera deng jê hatî, di nava deviyan de tiştekî îşaret bi pezkoviyekê bike nabîne û dibêje, “Wele ez nabînim, belkî tişteke din be!”
Hevalê wî hêrs dibe û lê vedigerîne, “Kuro ma ez bi çavên serê xwe dibînim ku pezkovî ye, tu dibêjî, ez tiştekî nabînim. Ha wa ye, binihêre tiştek di nava devî de heye.”
Hevalê wî vê carê berê xwe baş dide nava deviyan, tiştekî weke liva heywanekî dibîne, lê ji hev na tefsilîne ka çi ye. Bi tenê dibêje, “Nabe pezkovî be, ew tişta di nava devî de pişûk e.”
Ev ê din vê carê pirr hêrs dibe, berê tivinga xwe dide aliyê îdîa dikir pezkovî di navê de ye û berek teqand. Bi teqîna tivingê re, ji nava devî teyrek bi hewa dikeve, diçe. Lê ew hîna bi hêrsa xwe ya berê û bi aciziya kenê hevalê xwe bi qîrîn dibêje, “Bi Xwedê ew teyr herê ezmanê heftan jî pezkovî ye.”
Îcar meseleya xwe ev vegerînin ser çapemeniya dewleta Tirk; gerçî hema hema tevahiya çapemeniya Tirk weke ya dewletê tevdigere, lê em behsa Ajansa Anadolu (AA) bikin. Roja 8´ê Tîrmehê AA´yê nûçeyek belav kir û îdîa kir ku ji fermandarên HPG´ê Dr. Bahoz Erdal li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye. Nûçeyê xwe disipart daxuyaniyeke rêxistineke bi navê Til Hemisê. Pê re jî dîmenek hatibû parvekirin ku îsbat bike êriş li dijî Dr. Bahoz Erdal li Rojava pêk hatiye.
Pirsgirêkên di nûçeyê de ev bûn: Dr. Bahoz Erdal divê li Rojava be, ji bo ku li Rojava di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest bide, lê di nûçeyê de ne isbat û ne jî ti nîşan hene ku vê piştrast bike. Piştre jî rêxistina daxuyanî dayî ti kes nas nake, kesî ne navê bihîstiye û ne jî li devereke Rojava yan jî Sûriyê komeke bi vî navî faal nîne. Bi ser de jî çawa nûçe belav bû, HPG´ê daxuyanî da û got nûçe derew e û Dr. Bahoz Erdal li ser karê xwe ye li Kurdistanê. Tevî van hemûyan jî çapemeniya Tirk ev nûçe bi rojan ji xwe re kir rojev û her da ber xwendevan, temaşeker û guhdarên xwe. Herî dawî jî nûçegihanê El-Cezîre yê li Başûrê Kurdistanê bi Dr. Bahoz Erdal re bi rêya telefonê peyivî, Bahoz Erdal gotiyê “Ez baş im û li ser karê xwe me”. Reaksiyona çapemeniya Tirk jî ev e, “Bahoz Erdal îdîa kir ku sax e”.
Xwedê aqil û fikr bike nesîbê ehmeq û kêmaqilan jî, de vêca were û kêrî di vê bihurê re binihurîne. Dibêje, ez sax im, ew dibêje, îdîa kiriye ku sax e. Çû, çû firî ezmanan, tu hîna dibêjî, tu pezkovî yî.