Trump mueyîde li ser dewleta Tirk û endamên hikûmeta wê ferz kirin û alîkarê xwe ji bo agirbestê şand Enqerê.

Piştî Franse, Ingilîstan, DYE´yê îro jî 2 endamên mayî yên Konseya Ewlekariyê Çîn û Rûsyayê dijberiya xwe ya li hemberî Tirkiyeyê ragihand.

Şirketa çêkirina otomobîlan a Elman Volkswagenê jî ji ber êrişkariya dewleta Tirk biryar da ku fabrîkaya xwe ya nû ya li Tirkiyeyê niha ava neke.

Di nava 48 saetên dawî de, ji ber êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk û sûcên li dijî mirovahiyê yên artêş û çeteyên wê, nerazîbûneke mezin ji Tirkiyeyê xwe da der. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald J. Trump da zanîn ku wî mueyîdeyên li dijî Tirkiyeyê erê kirine. Alîkarê wî Pence jî ev agahî parve kir.  Wezîrê Maliyeyê ya Emerîkî li dijî sê wezîrên Tirk mueyîde ragihandin. Li aliyê din Senatorê Komarxwaz Lindsez Graham da zanîn ku bi daxwaza wî Trump bi fermandarê giştî yê QSD´ê Mazlûm Kobanî re peyiviye. Ji bilî van bûyeran êdî her pênc endamên daimî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî bi daxuyaniyên xwe dan zanîn ku ew êrişa Tirkiyeyê weke dagirkeriyeke ne qanûnî dibînin.

Şeva din serokê Emerîkayê Trump di ser twitterê re ragihand ku wî qanûna muyediyeyên li dijî dewleta Tirk îmze kiriye. Ev mueyîde nexasim jî li gorî senatorên demokrat nerm bin jî hem wê îtxalata ji Tirkiyeyê kêm bike û hem jî wê endamên hikûmet û eskeriya Tirkiyeyê karibe bixe ber cezayan. Jixwe wezîrê maliyê Steven Mnuchin, hema piştî daxuyaniya li ser twitterê ya Trump, diyar kir ku wê 3 wezîrên Tirk, wezîrê parastinê Hulusi Akar, wezîrê karê hundir Suleyman Soylu û wezîrê enerjiyê Fatih Donmez kiriye lîsteya kesên bikevin ber mueyideyan.

Trump bi fermandarê QSD´ê re peyivî

Li aliyê din alîkarê Trum, Mike Pence jî bi daxuyaniya xwe da zanîn ku Trump wekî din jê xwestiye ji bo agirbestek tavilê bê ragihandin biçe Tirkiyeyê. Trump li gorî Pence, û her wiha li gorî twîta wî bixwe, wekî din bi Erdogan re bi telefonê peyiviye û jê re gotiye, nabe tu êrişî Kobanê bikî û Erdogan jî gotiye, ew ê neke. Pence wekî din eşkere kir ku Trump telefonî Mazlûm Abdi jî kiriye û Abdî jê re behsa girîngiya Kobanê kiriye û xwestiye, êrişa li dijî Kobanê neyê kirin.      

   

Rûsya navbeynkar e

Li aliyê din nûnerê serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, Aleksandr Lavrentyev got, wan di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî û rejîma Şamê de navbeynkarî kiriye. Wî got, haya wan ji êrişa Tirkiyeyê nebûye, û ev êriş weke “nabe mirov qebûl bike” terîf kir. Aleksandr Lavrentyev got, divê eskerên artêşa Sûrî li ser sînor bên bicihkirin û diyar kir ku beriya êrişa Tirkiyeyê, di navbera wan û Tirkiyeyê de ti lihevkirin nebûye.

Çînê ji Tirkî xwest bisekine

Wezareta Karê Derve ya Çînê jî bang li Tirkiyê kir da ku êrişên li dijî Sûriyê rawestîne û vegere rêya rast. Li gorî Reutersê, Wezareta Karên Derve ya Çînê li ser zimanê berdevkê wezaretê Jing Shuang di civîneke çapemeniyê ya li paytext Pekînê de got, divê dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û li rêya rast vegere.

Ingilîstan jî hew çekan difiroşe

Piştî Fransa, Elmanya û gelek welatên din ên Ewrûpayê, derengmayî û qels jî be, Meliktiya Yekbûyî jî diyar kir ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên Tirk ên li dijî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê radiwestînin. Wezîrê Karên Derve yê Ingilîz Dominic Raab diyar kir ku wan firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandine, ji ber ku dibe ku wan çekan di êrişên dagirkeriyê de bi kar bîne.

Fînlandiya, Norwêc, Hollanda, Elmanya û Fransayê beriya niha firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandibûn.

Tirkiye ji sûcên şer berpirsyar e

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişand ser înfazên bi destê artêş û çeteyên Tirk û hişyar kir ku Tirkiye dibe ku ji van înfazan berpirsyar bê dîtin. Ofîsê hiqûqa navneteweyî anî bîra Tirkiyeyê û got, li gorî hiqûqa navneteweyî dibe ku Tirkiye ji înfazan berpirsyar bê dîtin. Neteweyên Yekbûyî her wiha kuştina siyasetvana Kurd Hevrîn Xelef û endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk weke mînak nîşan da û diyar kir ku ew der barê înfazên komî de agahiyan kom dikin.

Mueyîdeyên Volkswagenê jî hatin

Şirketa çêkirina wesayîtan Volkswagenê ragihand ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, wan biryara xwe ya avakirina fabrîkaya nû li Tirkiyeyê, rawestandiye. Berdevkê şirketê got, biryara avakirna fabrîkayê hatiye taloqkirin: “Em rewşê ji nêz ve dişopînin û ji rewşa heyî bi fikar in.”