Kurdistanî bawer dikin ku HDP li Ewropa bibe partiya yekemîn. HDP´yiyan ji gel xwest ku rojekê beriya rojekê dengên xwe bi kar binin û nehêlin rojên dawiyê.

 

Yuksel Koç, Hevserokê NAVDEM ê:

Nehatina me ya li ser sindoqan bi her awayî destekdayîna AKP ê û ya Erdogan e. Ya rastî eger em biçin ser sindoqan em dikarin 400 hezar dengan bi dest bixin, ev hêza me heye. Her Kurd berpirsyar e. Dengdana HDP´ê wê di pêvajoya çareseriyê de destê serok Apo bihêztir bike.

 

Nazan Hefker, mişahid:

Ji roja ewil ve ez li vir im. Beyanî saet ji 8.00 an heta êvarê kar dikim. Lîsteyên mûşahîdan kontrol dikim, li rewşa wan dinêrim û derbasî hundir dikim. Beşdarî roj bi roj zêde dibe, lê divê em wek HDP´ê bêhtir kar bikin. Konvoyan, bi sms û bi telefonan, herwisa facebook û wd çi derfet hene em tev de bi kar tînin. Ez bi kinahî dibêjim deng, deng, deng…


Remzî Ozun:

Em jî li ser gelê xwe yê ji devera Serhedê, Erzurum, Agirî, Mûş û wd disekinin.  Heta niha gel û hevalên me bi awayekî cidî li deng û sindoqan xwedî derdikevin. Banga min li gelê me ye ku germahiya xwe wenda nekin. HDP ji bo hemû gelan hêviyeke mezin e.


Alî Sûsem, Ji Platforma HDP:

Kilîl di destê me de jî heye, em her êvar dengan dihejmêrin û di odeya taybet de bi cih dikin. Her roj ji Weddîng, Kreuzberg û Neukollnê hilbijêr tên veguhestin. Bila gelê me nehêle roja dawî, niha pir bi rehetî dikarin werin û dengê xwe bidin.


Yavuz Geldî, Mişahid:

Em alîkariya gel dikin, kesên ku tengasiya xwendinê dikişînin ji bo dengê xwe rast bi kar bînin. HDP niha di rêza yekemîn de ye. Gelek aliyên ku em li bendê nebûn jî tên û dengê xwe didin partiya me. Ji ber bêalîbûn û nêzîkbûna wî ya dadwerî spasiya konsolos Ahmet Başar Şen dikim.


Erhan Firat, mişahid:

Her roj qederê 1000 kesî deng didin. Yên HDP´yê li dor ji sedî 40 an e. Gelek kes dibêjin 24 rojan dewam dike û hêj dem heye, wisa jî dihêlin. Armanca me 25 hezar e divêt em vê armancê pêk bînin.


Rifat Yerlîkaya, Çavdêriya Sindoqan:

Peywendiya gelê me heta niha baş e. Lê mixabin gelek jî bêqeyd derdikevin. Di warê ewlehiya dengan de bila herkes dilrehet be. Em heta odeya dengan jî pê re ne û kilîl jî bi me re ye.  Bila herkes bê û dengê xwe bide.


Turgut Agabeyoglu, mişahid:

Heta niha em leqayî sextekariyekê nehatine, lê nayê wateya ku dê nebe. Em kêlî bi kêlî li ser kar in. Her çi dibe bila bibe divê em dengê xwe bi kar binin, guh nedine gotegot û propagandaya reş.


Cezayîr işik, Çavdêr:

Em ê vê carê tabloyeke serkeftina Kurdan û ya yekîtiya gelan pêşkêşî cîhanê bikin. Ricaya me ji herkesê bi wijdan ew e ku dengê xwe beredayî nekin û wek erkeke mirovî û kurdewarî bên xwe rûyê faşîzma Erdogan û AKP ê de bidin nîşan.


 YEKO ARDI/BERLÎN