
Parastina xweseriyan xwe disipêre miletê li mekanên xweseriyê dimînin. Ango, dema ku devereke lê xweserî tê parastin xelkê deverê mekanên xwe biterikîne, hingê parastina cewherî jî û parastina mekanê xweseriyê jî ji maneya xwe dibe.
Li paytexta dilan Amedê li Sûrê û li navçeya wê Farqînê bi rojan e ku hêzên berxwedanê û hêzên dagirker li hember hev in. Dewleta Tirk bi awayekî aşkere êdî ne rewa ye li bajar, navçe û gundên Kurdistanê. Heke ne rewa ye, naxwe saziyên wê û nexasim jî hêzên wê yên çekdar dikarin bi awayekî rewa ji aliyê hêzên berxwedanê ve werin parastin. Li ser vê aktorên sereke yên siyaseta Kurd li Bakurê Kurdistanê li hev dikin. Lê belê, li cihê cih ya diqewime bi xetên cihê bi gewde dibe. Dema ku dewleta Tirk bi tevahiya hêza xwe ya eskerî êrîş bire ser Silopiyayê, xelkê navçê jê bar nekir. Ji bilî çend îstîsnayan, herkes li malên xwe li bajarê xwe man û bi vî rengî jî berxwedan û hêzên parastina xweseriyê jî manedar kirin. Li Amedê çima bihar ne ew bihar e?
Ji bo bersivdayîna wî mirov dikare li sosyolojiya bajêr hûr bibe û li hin bersivan bigere, lê xetên stûr ên pêkhatina civaka li bajêr jî jixwe dikin ku em berê awirên xwe bidin aliyekî bersivê bide. Li Amedê çîneke navîn a di tevahiya jiyana civakî ya li bajêr de diyarker derdikeve pêşberî me. Bi ser de jî qismê jor ê vê çînê ji civaka mayî di warê mekanî de jî qut bûye. Pirraniya elîtên (li vir ji bo ku hêsan e vê peyvê pêk tînim) siyasî, aborî jî li sîteyên parastî û dorgirtî dimînin. Li navenda jiyana civakî a bajêr (Ofîsê) xemsariya heyî jî (li vir wê ne çewt be mirov bibêje, heman Amed carinan dikare bi carekê bifûre û rayên xwe yên serhildêr bel bike) diyar e xwe disipêre serdestiya vê çîna navîn di tevahiya jiyana civakî, siyasî û aborî ya li bajêr de.
Lê ma, wisa dikare dewam bike? Ma gelo dibe ku zarokên vî xelkî li Sûrê di çeperan de îradeya miletî biparêzin, û xelkê mayî yê bajêr xemsar be? Gelo mumkin e mirov texeyul bike ku zarokên miletî bi canê xwe makanên xweseriyê biparêzin, û xelkê ji van mekanan derkevin biçin, û siyasetvanên heman xelkî bêzar û bêmecal bin? Mirov dikare bi çi meşeke protestoyî ya ku bi tenê 500 kes tevlî bibin li navenda Amedê rave bike? Li Amedê li gelek deveran ev tên minaqeşekirin. Û hin pêşniyaz jî qet xirab nînin, hêja ne ku di nava peyva siyasî ya elîtên siyasî de cihê xwe bigire. Yek ji van ew bû malên li Sûrê valabûne werin kirêkirin û xelkên li sîteyên weke Dîcle Kentê biçin di wan malan de bi cih bibin. Ev pêşniyazeke hêja ye mirov serê xwe pê biêşîne. Lewma ev bi awayekî pratîk û aşkere xwedîderketina li mekanên xweseriyê ye. Xwedîderketina li mekanên ji dagirkeriyê şuştî ye. Ez nizanim ka gelo ev peyv û minaqeşe wê deng vede di nava elîtên siyasî de, lê ez barê li ser dilê xwe bi vê datînim meydanê. Min gurzê xwe lê da, lê ka serê hûtî şikest neşikest ew di destê wan kesan de ye ku divê çalakiya siyasî bi rê ve bibin. Hêvîdar im qet nebe ev pêşniyaz were minaqeşekirin. Lewma hingê xemsarî wê kêm bibe û xweserî xurt bibe.
LUQMAN GULDIVE