Zarokên Kurd ên li Tirkiyê yan li girtîgehan yan jî li ber deriyên edliyê mezin dibin. Sultan Turka 4 salî şopdarê doza xalê xwe Ahmet Turk a bi hinceta endamê rêxistinê ye hatiye vekirin. Sultana biçûk bi dayîka xwe re diçe her rûniştinekê û li benda serbestberdana xalê xwe ye.
Li Tirkiyê qasî ku aloziya pirsgirêka Kurd kûr dibe zarokên Kurd jî ew qasî mexdur dibin. Zarokên dayîk û bavên wan girtî ne yan li girtîgehan an jî li ber deriyên edliyê mezin dibin. Zarokên Kurd ku hevtemenên wan li parkên lîstikê dilîzin li ber deriyên edliyan şahidiya rûniştinan dikin. Yek ji van zarokan jî Sultan Turka 4 salî ye.

Seranserî rojê li baxçeyê edliyê ye
Sultana ku xalê wê Ahmet Turk di encama operasyona li Stenbolê de hat binçavkirin û bi hinceta ku endamê PKK'ê ye hat girtin û rêkirin girtîgeha Tîpa F'ya Edîrneyê hemû rûniştinên doza xalê xwe dişopîne. Sultana ku tevlî rûniştinên li Edliya Beşîktaşê dibe seranserî roja xwe li baxçeyê edliyê derbas dike. Gelek zarokên hevtemenên wê li parkên zarokan dilîzin, lê Sultan bi hêviya ku dê xalê xwe bibîne ji ber deriyê edliyê naçe tu cihî.

'Li ser bankan xew dike'
Dayîka Sultanê Zahîde û bavê wê Altan Turk diyar kirin ku ew naxwazin Sultanê bînin rûniştinan lê dema ku Sultan ferq dike ku ew ê biçin rûniştina xalê wê bi israr ew jî dixwaze bê. Sultana ku ji ber heyecana rûniştinê şev xew nake roj li ser bankên li nav baxçe xew dike. Dayîka Sultanê Zahîde Turk îsyana xwe ya li hemberî vê rewşê bi van gotinan tîne ziman: "Zarok û birayên me dîl digirin. Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadiya me û zarokên me ye."
Sultana ku rûniştina doza xalê wê dîsa hat taloqkirin, di wê dîroka dê rûniştin bê lidarxistin de jî ew ê li baxçeyê edliyê be.

EVRÎM KEPENEK - DÎHA/STENBOL  




Zextên piştî Pozantiyê 

Zarokên girtî yên siyasî ku li Girtîgeha Tîpa M ya Pozantiyê rastî tacîz û tecawizê hatin û îşkence dîtin, piştî ku sewqî Girtîgeha zarokan a Sîncanê ya Enqereyê hatin kirin dîsa rastî pêkanînên cuda hatin. Zarokên ku piştî hatin sewqkirin name şandin û diyar kirin ku dîsa mexdûr dibin û alîkarî xwestin. Zarokên girtî yên siyasî di nameyên xwe de diyar kirin ku ew mexdûr dibin û wiha gotin: "Em bişînin cihekî nêzî malbatên me. Derûniya me pir xerabe ye. Em ditirsin ku zerarê bidin xwe. Bibin alîkarê me."
Zarokê bi navê Ş.U., anî ziman ku ji ber ji malbata xwe dûr ketiye û malbata wî dê êdî nikaribin bi hesanî biçin û bên derûniya wî xera bûye û ditirse ku zerarê bide xwe. Ş.U. ku li taxa Şevket Sumerê ya Navçeya Akdenîza Mêrdîsê rûdinê, anî ziman ku ji bo pirsgirêka wan çareser bibe xwe nagîne kesî û ji ber vê yekê nameyê ji ÎHD'ê re dişîne û wiha got: "Ez hêvîdarim hûn dê halê me fam bikin û ji mere bibin alîkar û çareseriyekê ji mere bibînin. Ez zêdetir li vir bimînin ez ditirsim ku zerarê bidim xwe. Niha tenê xwedê dizane em li vir çi dikişînin."
Ş.U. di berdewama nameya xwe de wiha got: "Hûn jî dayik û bav in. Hûn jî êşa zarokan dizanin. Tenê hûn dikarin dengê me bibhîzin. Mafê tu kesî tune vê zulmê li malbatan bike. Wezîrê Dadê bi vê pêkanînê em rehet nekirine. "Xwezî me her roj lêdan bixwara, lê em nêzî malbata xwe bûna. Em bawerin dikin ku em dê bi alîkariya we bigêjin malbatma xwe."

'Em bi rîngê birin'
Zarokê bi navê Y.O, jî anî ziman ku ew jî wekî Ş.U. ji malbatê dûr ketiye û ji ber vê yekê derûniya wî xera bûye. Y.O., anî ziman ku ew ji malbatê hatine dûrxistin û ev pirs pirsîn: "Çima em sewqî girtîgehek nêzî malbata me nekirin? Niha malbata me dê çawa bê dîtina me? Me ev pirs ji rayedaran kir, lê rayedaran bersîva me neda me. Ji ber vê yekê derûniya ne xera dibe. Dema em sewq kirin jî li şûna me bi otobusê bibe em bi rîngê birin. Em mexdûr bûn.
Girtiyeki din ku navê xwe neda jî anî ziman ku piştî geşedanên li Girtîgeha Posantiyê aşkere bû Wezareta Dadê nû dest bi lêkolînê kir û wha got: "Zarokên kevir avêtin polîsan rastî pêkanînek li dijî mirovahiyê tên. Zarokên rastî van pêkanînê tên mexdûr dibin. Me daxwazname ji wezareta dadê re şand, lê tu bersîv nedan me. Em li vir pir mexdûr in. Malbata me nikare bê dîtina me. Em dûrî malbata xwe ne. Em dixwazin sewqî girtîgehên nêzî malbata xwe bên kirin."
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Osman Kara jî anî ziman ku sewqkirina zarokan a Sîncanê ne çareserî ye divê hemû zarok serbest bên berdan. Kara, da zanîn ku hemû zarokên hatine girtin zarokên xizanan in, û malbata wan nikare biçe hevdîtina wan. Kara, xwest zarok serbest bên berdan.

EDENE