Devrîş Çîmen ku ji bo ANF´ê wêneyên rengê bihara Kurdistanê girtine û weşandinê dibêje, “Bi çend wêneyan dixwazim xeml û bedewiya biharê ya li herêmên Koye, Qendîl, Qalaçolan, Silêmanî, Pencewîn, Helebce û Hewramanê nîşan bidim.” 

Pê re jî wêeneyên ji devere Koye - Qendîl - Silêmanî pêşî nîşan dane: “Dema mirov ji nava bajarê Koye derbas dibe, ku di dîroka siyasî ya Başûrê Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e û xwe digihînin ser girê Heybet Sûltan ê li bakurrojhilat, deşteke bê serî û bê dawî li aliyê başûr derdikeve pêşiya mirovan.

Piştre dema mirov ber bi bakurrojhilatê Heybet Sûltan ve biçe, Gola Dokanê û li rojavayê golê jî bajarê Ranya xuya dike.”

Silêmanî-Qereçolan-Pencewîn

Rêya ku ji çiyayê Pîremegrûnê re dibihure diçe Silêmaniyê. Ha vê rêyê jî Çîmen wiha terîf dike: “Dema mirov ji navenda Silêmanî berê xwe dide bakur û ber bi girên Azmarê ve diçe, mirov di tuneleke kurt re derbas dibe, ku ev li Rojhilata Navîn kêm tê dîtin. Di dawiya tunelê de mirov herêmeke ji baxçe û xaniyên havînî, ku bi qasî Silêmanî mezin e, dibîne. Ev der Sîtek e. …

Deşta Çûartayê, dema em jê derbas dibin bi bedewiya xwe biharê diyarî me dike. Berevajî başûrê Silêmanî, ev der herêmeke çiyayî ye. Heyeta çiyê û şêweyê xwezayî, bi biharê re vê derê vediguherîne cihekî efsûnî.

Tê gotin, bajarokê ku li nava Başûrê Kurdistanê mirov herî zêde lê hilberînê dikin, Pencewîn e.“


Silêmanî-Helebce-Hewraman

Herçî rêya ji Silêmanî ber bi Helebce ye, bi gotinên Çîmen wisa ye: “Ji Silêmaniyê ber bi Helebceyê ve dema mirov diçe, piştî rêwîtiyeke kurt li aliyê çepê gundê Ahmed Awa û Sûlava Zalm derdikeve pêşiya mirovan.

Ev der bi gundê Xurmal ku herêma Hewraman e dest pê dike û heta Tewela ya li sînorê Iraq-Îranê dewam dike.

Ji bo xwegihandina sûlava Zalmê, mirov divê destpêkê ji Xurmalê piştre ji nava Ahmed Awa derbas bibin.

Li vê newalê, darên hinar, gûz, mişmiş, hirmî, tû herêmê dixemilînin. Bedewiyeke xwezayî ye ku ava Zalmê ji kaniya çiyê diherike û vediguhere sûlavê.

Û sûlava dibe çem, diherike dola Derbendîxanê. Ev der cih û warê Hewremanan e. Gundên xaniyê wan ji kevir û axê hatine çêkirin, nîşaneya vê yekê ne.”



 ANF /SILÊMANÎ