Bi taybetî di vê dema ku rewşa Misrê li ber çavane Tunisê naxwaze ku tecrûbeyek wiha li welatê wan jî dubare bibe û dixwaze ku şaştiya Biratiya Misilman û serokê wê Muhemed Mursî kiriye ew jî dubare nekin. Şoreşa gelê Misrê ya ku dawî li rejîma Husnî Mubarek anî, ji alî rêxistina Biratiya Misilman a Misrê ve hatiye bidest xistin û vê rêxistinê xwest ku hemû desthilata Misrê bixe bin destê xwe. Hê ji destpêka desthilatiya xwe ve Biratiya Misilman ya ku ji hemû aliyên din ê siyasî bêtir bi rêxistin bû xwest ku hemû desthilatiyan bixe destê xwe lê ev yek rastî berteka aliyên din ên siyasî hat û li dijî wan hevgirtinek di nava aliyên din ê siyasî de çêbû. Bê guman artêşa Misrê jî ya ku xwedî desthilatiyeke herî bi hêz a ekonomî ye jî. Ev serkeftina Biratiya Mislimanan û bi taybetî piştî ku Musrî hewl da ku destûra vî welatî jî biguherîne û desthilata xwe berfireh bike, rastî berteka herî dijwar a artêşê hat.

Heman tişt niha ji bo Tunisê jî dikare dubare bibe. Li Tunisê jî rewşa desthilatiya partiya El Nehda ya Islamî gelekî dişibe rewşa desthilatiya partiya Mursî ya berî desterdana leşkerî. Wiha xuyaye ku partiya El Nehda jî di wê ferqê de ye û di wê metirsiyê de ye lewra jî niha hewl dide ku diyalogê bi muxalefetê re bike. Ev partiya heta berî demekê guh ne dida daxwazên muxalefetê berî çend rojan bang li muxalefetê kir ku bê şert û merc bi wan re bikeve nava diyalogê. Serokê partiya El Nehda Raşıd Xenoşî ji bo aloziya siyasî ya li Tunisê bidawî bibe û negihê rewşa aloziya Misrê bangek bvekirî ji hemû aliyên muxalefetê re kir.
Ji welatên din ên bihara Ereban, Yemen û Lîbyayê ji xwe rewşa wan hê negihaye asta bihare hê jî qolincên aloziya siyasî derbas nekiriye û bihara wan dest pê nekiriye.  Heke navê van serhildanên gel û aloziya li welatên Rojhilata Navîn bihara Erebî be an jî bihara gelan be, wê gavê bihara herî dijwar û ya herî aloz a Sûriyeyê ye.
Ji destpêka bihara gelê Sûriyeyê de ev bihar beriya ku bi azadiyê qolincî bibe ji alî komên çete ve bi komî destdirêjî lê hate kirin û serhildana wê beravêtî bû. Komên çekdar ji hemû welatên Rojhilata Navîn li vir hatin komkirin û dest bi wêrankirina vî welatî kirin.  Di nava van guhertinên ku li Rojhilata Navîn çêdibin bê guman ya herî aloz û ya herî bi xwîn û ya herî hovane li vir diqewime. Li Sûriyeyê şerekî navnetewî dibe ku aliyên wê gelekin û her aliyek sed şaxên wî hene. Di vê şerê ku li Sûriyeyê dibe aliyên şer gelekin lê kuştî her yeke. Aliyên şer pirin lê qurbanî her yeke. Çek û alavên kuştinê pirin lê yê ku bedelên giran dide her yeke ew jî gelê Sûriyeyê ye.



RIZO XERZÎ/AMED