Di nûçeya Orhan Çaçan* a di rojnameya me de, behsa pirtûka Bihara Hêviyên Min a Faysal Yacan hatiye kirin. Ev romana bîranînê ji weşanên Ar derçû. Yacan metna romana xwe ji girtîgeha Şakran a Tîpa T a Hejmar 2 gihandiye derve û tê de berê xwe dide şerê salên 1990´î li Colemêrgê qewimî û behsa bibîranînên gerîla Kurtay Feraşîn, Leyla û Rojîn ên şehîd dike.

Nivîskar di heman demê de bi rêya destanên mîna Cembeliyê Mîrê Hekariya û Binevşa Narîn, Qewlê Mîr û Îsê ya hevdem û ya ji rêûresmê tîne cem hev.


Efsûna Feraşînê

Çaçan dibîje, dema ku wî pirtûka Faysal Yacan xwendiye rasta gelek serpêhatiyên bi wî nas lê ziman û uslûbeke nû hatiye.

Û li gorî wî, di her rûpela romanê de efsûna erdên Feraşînê xwendevan her kêlî radipêçin.

Nivîskar romana xwe ji sê beşên sereke aniye pê û sêwirandiye. Di beşa yekê de jiyana gundiyên Feraşînê a xwezayî, di beşa duyem de serhildana salên 1990´î ya li seranserê Kurdistanê belav bûyî, û zexta dewleta Tirk û di beşa sêyem de jî koçberkirin û trajediyên pê re elaqedar hatine bicihkirin.


Zimanekî sade

Li gorî Çaçan, Yacan di vê romana xwe de di warê ziman, uslûb û naverokê de aliyekî nû li wêjeya Kurdî zêde kiriye. Wî rêûresma dengbêjiyê bi ziomanê modern ê wêjeyê re têkelhev kiriye û bi uslûbekî hostekariyê gihandiye xwîner.

Çaçan îşaret bi gotina Goethe, “Bi rastî jî ya payebilind sade ye”

 û dibêje, Pirtûka Yacan bi ziman û uslûbekî sade û rehet tê fêmkirin, hatiye nivîsîn.


* Ew jî ji girtîgeha Şakranê ya Tîpa T ya Hejmar 2 dinivîse.