Girtiyê siyasî yê bi navê Faysal Yacan (32) ê di sala 2007’an de li Îzmîrê bi hinceta ‘rêveber û endamê rêxistinê ye’ li Îzmîrê hate girtin û 25 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Yacan ku 10 sal e di girtîgehê de ye, pirtûka bi navê ‘Bihara Hêviyên Min’ derxist. Girtiyê siyasî Yacan di pirtûka xwe de bal kişandiye ser zext û zilma dewletê ya li ser civaka Kurd. Yacan di pirtûka xwe de wiha dibêje: “Dema mirov rêwiyê kurtejiyana xwe be, mirov di jiyana xwe de xweşî û nexweşiyan dide pişta xwe û ber bi deşt û newal, çiya, banî, çem û kaniyên jiyana dergûşa jineke xizan a bi dergûşa jineke dewlemend, carinan jî bi dergûşa evînî hat lorandin dikeve rêwîtiyeke keseran. Xwe di nav xewn û xeyalên kûr de dibîne.”

Li ser çîrokan hûr bûye

Yacan di pirtûka xwe de li ser çîrok û serpêhatiyên gelêrî jî rawestiyaye. Yek ji van çîrok û serpêhatiyan jî, serpêhatiya Cembeliyê Mîrê Hekariyan û Binefşa Narîn e. Her wiha çîroka Qewlê Mîr û çîroka her du birayên berxwedêr jî hatiye vegotin.


Zozanên Feraşînê 

Yacan bi vê pirtûka xwe xwestiye bi awayekî xwezayî û herikbar derkeve pêşberî xwendevanên xwe. Yacan di pirtûka xwe de bal kişandiye ser herêma lê ji dayik bûye Feraşîna Şirnexê û wiha dibêje: “Bi têkoşîna azadiya gelê kurd re navê Feraşîna Şirnexê bû parçeyek ji jiyana gelan. Ez li ser zozanên Feraşîna xwe digerim. Li rastî Kûrtay Feraşîn ê leheng û carinan jî rastî Rojîn û Leylayê têm. Em rastî dilên azad tên.”

Faysal Yacan kî ye? 

Girtiyê siyasî Faysal Yacan di sala 1986’an de li gundê Feraşîn ê li ser navçeya Elkê ya Şirnexê hatiye dinê. Di sala 1995’an de gundê wan ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tê valakirin û şewitandin. Yacan bi malbata xwe re koçî Wanê dike. Yacan dibistana navîn qedandiye û di temenê xwe yê biçûk de tevgera azadiya Kurdistanê nas dike. Yacan niha di girtîgehê de ye.


OMER ÎKE / ANF / WAN