Rûniştina Parlamena Herêma Kurdistanê bêyî beşdariya koma Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) dest pê kir. Rûniştina Parlamenê taybet li ser danîna yasaya bû. Li aliyê din serokê fraksiyona PDK’ê got, hemû fraksiyon li ser karkirina sîstema serokatiya herêma Kurdistanê hemfikir in, lê heta niha ti dem ji bo karkirina li ser vê sîstemê nehatiye diyarkirin.

Rûniştina Parlamena Herêma Kurdistanê bêyî koma YNK doh çêbû. Ev dem weke dema bihara yasadanîna parlamenê tê bi nav kirin.

Li gorî rêziknameya Parlamena Herêma Kurdistanê, di dema bihara yasadanîna parlamentoyê de, parlamenter dikarin li gorî herêma lê hatiye hilbijartin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêşnûmeqanûnên xwe û projeyên xwe ji bo erêkirinê pêşkêşî parlamenê bikin.

Ev cara sêyemîne YNK ji ber nakokiyan xwe û PDK’ê yên li ser avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û walîtiya Kerkûkê, beşdarî civîna parlamenê nabe.

Partî li ser sîtema serokatiyê

hemfikr in

Beriya rûniştinê serokê fraksiyona PDK’ê li parlamenê, Umêd Xoşnaw jî li pêşiya parlamenê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Îro parlamento dicive. Di civînê de wê ji bo civînên dema bê, lijneyek were diyarkirin. Hemû fraksiyon li ser karkirina li ser sîstema serokatiya herêmê hemfikir in. Wê di dema pêş me de ji bo vê yekê pêngav werin avêtin.”

Xoşnaw di dawiyê de got, heta niha ti fraksiyonekê projeya xwe ji bo karkirina sîstema serokatiya herêmê diyar nekiriye. Herwiha ti dem jî ji bo vê yekê nehatiye diyarkirin

n ROJNEWS / HEWLÊR