Hikûmeta Elman ji bo ku prensîpên demokrasî û dewleta hiqûqê biparêze, ji YE´yê fermî xwest ku zexta aborî ya li ser Tirkiyeyê zêde bike. Li aliyê din Bankaya kredîkirinê ya Ewrûpî EIB´yê jî notên krediyê yên Tirkiyeyê têra xwe kêm kirin. Wekî din fonê di pêvajoya endametiyê de jî êdî bi rêjeyeke bilind nayîn dayîn. YE bi ser de jî plan dike ku ji bo kredî û hîbeyên ji niha û pê ve jî şertê standarta “mafê mirovan” bîne.

Hat ragihandin ku Elmanyayê ji Komîsyona YE´yê xwestiye fonên alîkariyê yên beriya endametiyê bicemidîne.Elmanya wekî din ji YE´yê dixwaze ku rojanekirina Yekîtiya Gumrukê jî bicemidîne. Ango Elmanya gav bi gav biryarên xwe yên mueyîdeyên li dijî Tirkiyeyê gav bi gav dixe pratîkê. Wezîrê karê derve yê Elmanyayê Sigmar Gabriel piştî girtina parazvanê mafê mirovan ên Elman Peter Steudtner li Tirkiyeyê, dabû zanîn ku ew ê di sê waran de mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê deynin û yek ji van jî alîkarî û fonên YE´yê bûn. Derket holê ku Elmanyayê fermî û nivîskî serî li YE´yê daye da ku alîkariyên madî di ber çavan re bên derbaskirin.

Ajansa nûçeyan Reutersê da zanîn ku Elmanyayê ji Komîsyona YE´yê xwestiye xebatên rojanekirina Yekîtiya Gumrukê bi Tirkiyeyê re bên cemidandin. Di belgeyê de Elmanya wekî din dixwaze,  

ji bo ku rêzê bigire ji hiqûqê re zexta aborî li Tirkiyeyê bike. 

Wekî din hat zanîn ku ev belge gihandine nûnera bilind YE´yê ya Siyaseta Derve û Ewlekariyê Federica Mogherini û endamê Komîsyona YE´yê yê ji berfirehbûnê berpirsiyar Johannes Hahn jî.


 NAVENDA NÛÇEYAN