Di şeva filman a li Berlînê ya 22´yê Îlonê de filma Ekrem Heydo ya bi navê ‘Bihuşta min’ bê nîşandan. Şeva filman bi pêşengiya Komeleya Bajarên Destûbira Friedrichshain/Kreuzberg-Dêrik tê lidarxistin û 22´yî Îlonê li navnîşana Biergarten Jockel, Ratiborstrasse 14 c, 10999 Berlin-Kreuzberg wê pêk bê. Ji rêveberên komeleyê Elke Dangeleit jî banga destekkirina Projeya Bajarên Destûbira kir. Wê her wiha got, beşdariya şevê girîng e ji bo ku ew balê bikişînin ser rewşa siyasî û aborî ya Dêrikê û Rojava. BERLÎN