Îro çend roje difikirim… Li ser mirin û jiyanê, bi êş difikirim… Însanên berxwedêr ber bi mirinê ve diçin, lê ez bi halê xwe, bi halê ku li “derva mane” diêşim…
***
Li her serdemê, gelek nivîskarên bi hêz, hin nivîsên xwe ya “xemilî” li ser mirinê ve par kirine. Ji ber wê, em dikarin bêjin di rastiya edebiyat a dinyayê de “xweşikî ya mirinê” mijara wêje ya her demê ye. Wek mînak, Arundhatî Roy, (ku nivîskar û çalakvaneke dijpergal ya dinyayê ye) di pirtûka xwe ya bi nav “Xwedayê tiştên piçûk” de, qala mirina zilamekî feqîr dike û ew beş di nav pirtûka wê de wekî destanek tê vegotin. Dostayewskî, Tolstoy, Balzac, Jean Genet û her wekî din, ên ku di wêjeya dinyayê de ji xwe re ciheke bêhempa girtine, ango hemû nivîskarên xurt, wêjeyên xwe zêdetir li ser jiyan û mirinê damezirandine û qasî jiyan, bi mirinê ve jî mijûl bûne. Em bêjin Montaigne, zêdetirîna pirtûka wî ya bi nav “Ceribandin”, li ser jiyan û mirinê ve hatiye veqetandin.
Mirinên bi armanc, ji bo sivik kirina êşa ku kesên paş ve mane, wek amurek e. Bi vê mijarê ve girêdayî, li destana Homeros ya “Îlyada” (mirina Hektor) bigirin heya îroj, însan di mêjî ya xwe de ji hev vediqetîne; mirinên biarmanc ji alîkî, ya bêarmanc ji alîkî… Lê heke em wekî Montaigne bifikirin, wê demê em dikarin bêjin ji avabûna dinyayê heya serdema Montaîgne watedayîn a mirinê şaş bû. Ji ber ku kes ji mirinê tiştek fêhm nekirî bû, û mirin êş dida her kesî. Lê mirin jî wek jiyan pêvajoyeke…
Wêde an jî virde, ji bo her zanyar, li gorî her nivîskar, li gorî her serdem û her rêze, ango her paradîgma, wateya mirinê hatiye guhertin. Şiroveyên cur be cur, têgihîştina cur be cur, watedayîna cur be cur hatiye dayîn û ji bo fêhm kirina tesîra mirin ya li ser însanê, gelek nîqaş û rexne hatiye nivîsandin. Lê gava însan bi mirinê ve rû bi rû dimîne, wê demê her şîrove, her peyv, gotin û vegotin ji nirxên xwe tazî dibe û sivik dimîne.
Wekî ku Montaigne gotiye, “mirin bi xwe di nav jiyanê de wek parçeyekî jinanê ye”, lê tu carî naşibe jiyanê. Ji ber ku, ji mirine çi hebin, di nav jiyanê de nînin, li jiyanê çi hebin jî di nav mirinê de nînin. Lê dîsa jî mirin û jiyan bi hebûna xwe ji hev girêdayi ne. Rizgarî, azadî, exlaq, pîvan, tevger û nivîs, birdozî û têgihîştin, hêst û bawerî, hêz û îrade, nirx û wate bi jiyanê ve digihîjin hebûna xwe. Lê li himber mirinê ezmûndayîna însan, naveroka van tiştan jî diyar dike.
Li gorî min ya herî girîng jî ew e ku, her çi dibe bila bibe, mirina însanan, her zanîna însanê li ava êşê ve dişo. Ji ber ku, redkirina mirinê çiqasî fezîlet be, qayîlnebûna jîyaneke bênirx jî ewqas fezîleteke mezin e. Zanîna me, danehev û zanyariya me ji me re çi dibê bila bêje, mirin tu car qebûl nabe. Fikirandina mirinê tu carî bê êş nîne. Her mirin were rojevê, insan diêşe. Ji ber wê aniha peywir peywira însanetiyê ye. Ezmun ezmuna mirovahiyê ye. Yên ku laşên xwe ji bo rizgarî û wek jiyaneke însanî ber bi mirinê ve razandine, parastina jiyana wan ya yên kul i devrane, ya wan e. Bi kurt û Kurmancî niha bar li stuyê me ye.
Heke em jiyan neyînin pêş, heke em jiyana girtiyan neparêzin û ji bo jiyana wan xwe wek berpirsiyar nehesibînin û wisa tevnegerin, heke em bara jiyana wan hilnedin li ser xwe, yên ku bimirin wê em bin, yên ku bimire însanetî ya me be… Ji bo wê roj roja çalakiyê ye, roj roja li himber mirinê parastina jiyanê ye, ji ber wê niha pêve xêynî “jiyan” peyw ji me re heram e. Îro pêdivi ya me tenê bi sloganek heye, ew jî ji bo parastinê jiyanê, bi çalakiyê ve, “bijî jiyan” e...
Bijî jiyan!..