
Nûçe: ‘Malbatan diyar kirin ku bijîşkeke jin a di servîsa welidandinê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê de dixebite, ji sedan jinên ducanî re gotiye “Pitika we astengdar e, divê em ji ber we bikin.” Malbatan diyar kirin ku vê bijîşka jin ji ber ku nijadperest e, xwestiye pitikan ji ber jinan bike. Li gel giliyê malbatan jî der barê bijîşka navborî de ti lêpirsîn nehatine kirin û mîna ku wê xelat bikin, şandine cihekî din.ʼ
Kirina bijîşka Tirk a li jinên Kurdan kirî weke irqperestî, irqperwerî, rasîzimû aparteîd jî di nav lîteratûra cîhanî de cihê xwe girtiye. Di Kurdî de weke ‘nijad’ hatiye pênasekirin. Di naveroka wê hişmendiyê de serdestiya nijadî heye; kes an jî komên nijadperest xwe ji nijadên din bilindtir û serdestir dibînin û di têkiliyên xwe de, di danûstandinên xwe yên siyasî û mirovî de wê nêrîn û têgihiştinê esas digirin.
Bi nêrîneke hin berfirehtir nijadperestî ku xwe dispêre kok, xwîn û rengê, kesên ne ji xwîn, reng û ji çand û zimanê wan be, ji xwe nizmtir dibînin. Bi gotin û kiryarên heqaretwarî nêzîkê wan dibin û ji bo nijadperestan kes û miletên ‘nizm’ bi tenê babeta henekpêkirinê, xizmetê û gelek caran jî yên divê ji ser rûyê zemînê bêne jinavbirin û ‘paqijkirinê’ ne. Lê ev awa û rêbaz her gav hinde ne hêsan e û ji ber ku li ser xwîna mirovan navê kes û miletan nîne hîn dijwartir dibe. Ji lewra di nav demê de alav û navgînên serîpîvanê îcad kirin. Li Tirkiyeyê navgîna serîpîvanê ya Nîhal Adsiz hebû. Adsiz piştî Zîya Gokalp (ê Kurd) yek ji hizirmendên nijadperestiya Tirk bû.
Kesên ku dixwestin Tirkbûnî an jî Tirkîtiya xwe biselmînin, îspat bikin berê xwe didan cem Adsiz. Lê li vê sosretiyê binêre. Piştî salên dirêj kurê Adsiz wiha behsa wan serdanan dikir: ‘Gelek mirov dihatin mala me. Bavê min bi cîhaza serîpîvanê serê wan dipîva. Lê ji dehan yek jî, li gorî wê cîhazê dernediket û gelek ji wan bi xemgînî, serê wan di ber wan de ji malê derdiketin.’
Li gorî hind lêkolînerên ku xwestine vê nêrînê îspat bikin, li cîhanê çend nijadên sereke hene û yên din jî ji tevlibûna wan zêde û belav bûne. Nijada Kafkasî; li devera Derya Spî, rojavayê Ewrûpayê, bakurê Efrîkayê, Anatolya û Hindistanê dijîn. Li gorî wê baweriyê, mirovên li wan herêman rûyê rast, eniya fireh û bilind, lêvên zirav, bêvila teng û ber pêş ve, pora belawela, li rû û bedenê pirça zêde û rengê spî an jî qehweyî ya çermê. Ji bilî wê, nijada Moxolî ku herêma Asyaya dûr e, Çîn, Moxol, Japon û wd. di nav de tên hejmartin. Nijada Kongoyî ku mirovên rengreş an jî Efrîkiyayî di nav de ne. Capoîd jî weke beşeke cihê ya ji nijada Efrîkayê ye û Avustralyayî ne.
Ji bilî wê biyolog Carolus Linnaeus (1707-78) li gorî xwe mirovan li ser esasên reng û çerm, di çar koman de dabeş kirin. Her wisa xebatên hevreng ji aliyê gelek zanistan ve jî hatin domandin. Lê sinifandin an jî dabeşkirina bi vî awayî ti car misogeriyeke mijarê dernexist holê. Di encamê de ew hewl û xebatên li ser babetê gelek caran li derveyê nêt û merêmê vegeriyane bingeha tevgerên nijadperestiyê û di encamê de bi milyonan kes bûn qûrbanî.
Li cem Cihûyan ew weke parçeyek ji baweriya olî jî cih girtiye. Lewra xwe weke gelekî ji aliyê Xwedê ve hatine hilbijartin bi nav dikin û weke miletekî pîroz dibînin.
Li gel ku di baweriya wan de hişmendiyeke wisa heye jî, gelê Cihû yek ji wan gelan e ku herî zêde ji hizra nijadperestiyê xesar dîtiye. Di sala 1492ʼan de bi fermanekê ew ji Spanyayê sirgûn dikirin û di salên 1940ʼan de jî bi qasî 6 milyon Cihû dibûn armanca nijadperestiya Naziyan.
Li cem Tirkên ku Anatolya û Kurdistan dagir kirine, ew hişmendiya nijadperestî xurt e. Lê ji ber ku ew reng, xwîn, kok, por, çav û bedena ku daxwaza wan e li herêmê bi qasî ji sedî pênc jî nîne, nijadperestiya wan vegeriyaye ser ziman, çand û siyasetê, wisa jî ji xwe re hizreke bîrûbaweriyê afirandine. Di nêrîna wan de divê Kurd zêde nebin. Ji bo wê jî her cûre rêbaz rewa ye. Di nav wê nijadperestiyê de mamoste jî hene, bijîşk jî hene. Dibe ku ew bijîşka navborî bi xwe jî ne Tirk be, lê mixabin niha li wî welatî bi hezaran nijadperestên wisa hene û jin û pitikên Kurdan jî di destê wan de ne.