Komîsyona Ziman a KCD’ê û rewşenbîrên başûrê Kurdistanê:
Bila Arinç lêborînê bixwaze
Komîsyona Çand û Ziman a KCD’ê têkildarî daxuyaniyên Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç ên der heqê Kurdî da daxuyaniyek nivîskî da û bertek nîşanî Arinç da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev gotin tenê yên Arinç nîn in polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî Kurdî ne û bi vê daxuyaniyê ev yek îtîraf kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: „Tu mafê Arinç tuneye ku der barê Kurdî de wiha biaxive. Tu eleqeya wî bi Kurdî tuneye. Tiştekî nizane. Mafê wî tuneye. Her wiha ew ne karê wî ye ku der barê zimanê gelekî de biaxive. Wekî siyasetmedarekî tu mafê wî tuneye ku şîroveyek wisa bike. Ev ziman ku ji sedsala 11’emîn de ku dimanekî wêjeyî ye. Zimanê Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrê û Ehmedê Xanê ye. Ev zimanekî wisaye ku bi wejeya ronakbirî ya Ewropayê rehatiye cem hev. Bi hezaran berhemên vî zimanî heye. Ev yek ji aliyê dîroknas û rewşenbîran ve jî hatiye tespîtkirin. Kurd bi salanin li hemberî zextên lis er wêjeya Kurdê têkoşiyaye û zimanê xwe parastiye. Em vê helwesta Arinç şermezar dikin û em dibÊjin ku bila Arinç ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.“
Ji zimanzanên Başûr nerazîbûn
Nerazîbûnen li dijî daxûyanîya Cîgirê Serokwezîr Bulenç Arinç zede dibe. Pisporên zimanê Kurdî, hiqûqnas nivîskar û parlamentêrên Herêma Federal a Kurdistan jî li dijî daxûyanîya Arinç berteken xwe nîşan dan.
Mamostêyê Zimanê Kurdî Dr. Cemşîd Heyderî diyar kir ku her hewldanên zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd pir giringe û wiha got, “Diwê zimanê Kurdî li hemû axa Kurdistanê bibe zimanek fermî.”
Heyderî anî ziman ku diwê hemû akademîsyen, nûnerên rexistinan û tevgeren ziman bicivin û ji bo xurtkirina zimanê Kurdî kar bikin. Heyderî bal kişand ser giringîya zimanê Kurdî û got, “Divê li ser pêşxistina zimanê Kurdî niqaşan pêş bixin. Pêwîste zimanek hevbeş hebe ku her Kurd pê bixûnin û binîvîsin. Heta niha em dizanin ku her çar parçeya Kurdistanê zimanê Kurdî bin xeterîyê de ye. Li Tirkiye hê jî zimanê Kurdî qedexeye. Her çiqas bi zimanê Kurdî rexistin û dezgah hebe jî astêngiyen mezin li pêşiye wan dezgehan heye. TRT Şeş heye lê di milê zagonî de tu bingeha wê tune. Ev televizyon jî bi zimanê dewletê kar dikê. Parçeyên din jî hema wek hevin”
Heyderî, helwesta Bulent Arinç rexne kir û wiha berdewam kir: “Em dizanin her tim nûner û rayadarên Tirk zimanê Kurdî piçûk ditîne. Tirk ji bo zimanê Kurdî dibêjin ev zimanê koma ereb, faris û miletên çîyayîne.”
‘Mînaka şovenizma dewletê ye’
Nivîskar Rekar Mûzûrî jî derbarê zimanê Kurdî de diyar kir ku zimanê Kurdî zimanek şaristanî û dîrokî ye. Mûzûrî da zanin ku heta îro zimanê Kurdî bi destê deshilatên faşîst hatine qedexekirin û wiha got, “Niha Tirkîye, Îran û Sûrîye destûr nadin Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Ji bo wê yekê jî pêwiste tekoşîna zimanê Kurdî zêdetir xurt bibe. Daxuyaniya rayedarên dewletê feraseta qirkirina ziman û çanda Kurdan e. Di rastîya xwe de zimanê dewleta Tirk zimanek şaristaniyê nîne. Kurd xwêdî dîrokeke mezin û zimanêk şaristaniyê ne. Ev kesên ku wê inkar dikin di mejûyê wan de dijî mirovatî heye.“
‘Divê li her derê Kurdî bê axaftin’
Endamê Palamentoya Kurdistan Rêşîd Ehmed jî derbare xurtkirina zimanê Kurdî de diyar kir ku hewldanên xurtkirina zimanê Kurdî divê hêj zêdetir be û wiha got: „Pêwîste di hemû dezgehên fermî de Kurdî bê axaftin. Zimanê Kurdî zimanek dewlemend û dîrokî ye. Li dijî wan daxûyanîyan divê em hêj zedetir tekoşîna zimanê Kurdî bidin.“
‘Ziman nasnameya neteweyî ye’
Endamê Yekîtiya Parlamenteren Kurdistan parêzêr Tariq Canbaz jî diyar kir ku hewldanên xurtkirina zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd mijarêk ewlehiya neteweya Kurd e û wiha axivî: “Em neteweke 40 mîlyon in. Lê mixabin li gorî nifûsa me nêzîkatiyek tune. Ji bo vê yekê jî pewîste em Kurdî pêş bixin sitatûyekê zagonî ava bikin.“
Canbaz, bi tûndî daxuyaniya rayadarên dewleta Tirk şermezarkir û got, “Li gor Tirkan Kurd bi denge qert û qurta berfê çebûye. Ji bo zimanê xwe dibêjîn zimanêk pîroz. Lê hurmete nîşanî zimanên din nadin. Ziman nasnameya neteweyan e. Ger ku ziman bê înkarkirin netewe tê înkarkirin. Divê deshilata Tirk, ji Kurdî re rêz bigirin.“
AMED/HEWLÊR