Navenda Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo di aliyê civakî û derûnî de alîkariya zarokên Sûrê yên di bin dorpêçê de bikin, atoliyeya wêneyan da despêkirin. Derbarê mijarê de Xebatkara Navenda Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Kibar Suvarî diyar kir ku dê mijulbûna wêneyan bi kêrî karê zarokan bê. Kibar da zanîn ku ew ê 8 hefteyan perwerdeya wênegiriyê bidin 10 zarokên temenê wan di navbera 11 û 13 salan de. Kibar destnîşan kir ku divê xebatên atoliyayê bihatana despêkirin lê ji ber qedexeya derketina kolanan xebatên wan hatine paşde xistin. 


Bi rêya hunerê xwe bînin ziman

Kibar derbirî ku ew dixwazin zarok bi xwe tiştên hatî serê wan, bi wêneyan bidin nîşandan û wiha domand: “Em dixwazin hişmendiya zarokan bi wêneyan bidin nîşandan. Ji bo zarok bi rêya hunerê xwe îfade bikin, me dest bi vê xebatê kiriye. Divê zarok tiştên hatî serê wan, derxin derve. Rêya wê ya herî baş jî huner e. Em dixwazin ji destê zarokan ne bêhna çekan, bêhna hunerê bê. Ev 5 meh in ku li ser vê erdnîgariyê ji derveyî zilma dewletê zarokan tiştekî din nedîtiye.”


‘Çi ji destê me bê em ê bikin’

Her wiha Kibar diyar kir ku ji bo alikariya derûnî çi ji destê wan bê e wê bikin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Hefteya derbasbûyî, perwerda me wê despêkiribana, lê ji ber qedexeya derketina kolanan xebatên me paşde hatin xistin. Dewleta ku destê zarokan dikişîne ber bi beran û çekan heye, lê em ê vê bidin guhertin. Em dixwazin cîhanek a zarok têde bikarin bijîn, ava bikin. Dema ku qedexe bê rakirin dê atolyeya me despê bike.” 


 JINHA/AMED