Bi pêşketina modernîteya kapîtalîst, cureyên zargotina Kurdî yên wekî çîrok, metelok, zûgotin, tiştanok û hwd. bi tunebûnê re rû bi rû ne. Her wiha zargotin berê di heman demê de çalakiyeke civakî û çandî bû û bi vê minesabetê mirov kom dibûn. Lê di rewşa niha de mataryelên wekî televîzyon, telefon û înternetê şûna zargotinê û parformansên wê girtiye. Lewma her ku diçe li Kurdistanê rola zargotinê kêm dibe. Her wiha gelek çîrokên Kurdî jî ji Tirkî, Erebî û Farisî re hatine wergerandin û wekî beşeke çanda wan netewan hatine nîşandan. Ji ber vê yekê şaxa KURDÎ-DER’ê bi peywira tomarkirin û nivîsandina çîrokên Kurdî rabûye û heta niha 16 çîrok tomar kirine û derbasî nivîsê kirine.


Ew ê çîrokan çap bikin

Xebatkarên KURDÎ-DER’ê, ji bo çîrokên kal û pîran tomar bikin dest bi xebata meydanî kir û ji Îlona 2015’an heya niha gund bi gund, navçe bi navçe geriyan û gelek çîrok qeyd kirin. Xebatkarên KURDÎ-DER’ê heta niha 16 çîrok tomar kirin û li gel deşîfrasyona wan ew nivîsandine. Xebatkarên saziyê dan zanîn ku ew ê piştre van çîrokan di kovarekê de biweşînin. 


Ew ê rê li ber dizî û tunekirinê bigirin

Ji rêvebirên saziyê Osman Koşut jî di nava vê xabatê de cihê xwe digire. Koşut got, polîtîkayên bişaftinê yên ji destpêka Komara Tirkiyeyê heta niha dewam dikin. Koşut diyar kir ku armanca dizî an jî tunekirina çîrokan tunekirina bîra dîrokî ya Kurdistanê ye û ji ber vê yekê ew vê xebatê dimeşînin. 

Koşut wekî din da zanîn ku gelek çîrokên Kurdî ji Tirkî re hatine wergerandin û wiha pê de çû: “Me gelek çîrok bi Tirkî bihîstin, lê ev ji Kurdî hatine wergerandin. Çîroka Kela Dimdimê wergerandine Tirkî û wekî ku bi Tirkî be tê zanîn.”


Banga xwedîderketinê kir

Koşut got, dîroka gelê Kurd di çîrokan de veşartiye û xebata ku ew dimeşînin dê di siberoja gelê Kurd de xwedî cihekî girîng be. Koşut bang li herkesî kir da ku xebatên çandî xurt  bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger em xwedî li çanda Kurdistanê dernekevin, em ê wenda bibin.” 


 DÎHA/WAN