Cenevre hêvî nade
Ehmed diyar kir ku pêwîste mûxalefeta Sûriyeyê bi beşdariya hemû aliyan civîneke berfireh lidar bixe û got, "Ji bo ku bikaribe dawî li vê êşa li Sûriyê tê jiyîn bînin, ji bo bikaribin şer rawestînin, ji bo bikaribin hikûmetek demî û demokratik ava bikin, pêwîstî heye ku di mûxalefeta Sûriyê de bi hemû pêkhateyên xwe tifaqek çê bibe. Û ev tifaq nûnertiya tevahiya gelên Sûriyeyê bike. Wê tûra dehem jî bibe, çareseriyek di civîna Cenevrê dernakeve. Tişta niha di xuyê yê Cenevre bûye lîstokek gelên Sûriyê tên xapandin. Ji bo Cenevre nebe xapandinek, divê li her derê gel serî rake, bi taybetî jî li kampên penaberan nerazîbûnê nîşanî vê rewşê bide. Û ji vê koalîsyona heyî re bêje ‘êdî bes bi çarenûsa me bilîze’. Ji hêzên navnetewî û raya giştî re bêje ‘bese me bixapînin’.”
Hêzên esas ne li dor masê ne
Ehmed destnîşan kir hêzên muzakereyan dikin ne ji bo çareseriyê hewl didin û wiha got “Li Cenevreyê li dor masê hêzên demokratîk û çareseriyê nehatin cem hev. Hêzên şerê desthilatiyê dikin û yek dixwaza yên din tine bike hatine cem hev. Li Cenevreyê şerên desthilatiyê bû nîqaşên herdu aliyan. Niha hinek dibêjin çima mijara hikûmetek demî çima nayê rojevê, niha herdû aliyê jî dixwazin desthilatiya heye ji destê yên din derxe. Ji ber wê jî ev nebû rojev û nabe rojev jî. Koalîsyon daxwaze parvekirina desthilatiyê nake, dibêje ez ê desthilatiyê ji te bistînim, rejîm jî dibêje ez bi te re parvenakim û nadin te. Niha navenda muzakere Cenevreyê ev bûn. Niha gelên Sûriyê dibe qurbana şerê desthilatiyê ku ti cudatiya wan hêzan tineye."
ENSK yekîtî xera kir
Ehmed destnîşan kir ku ENKS’ê bi siyaseta xwe ya tevlîbûna nava koalîsyonê û çûyîna Cenevre-2 re, peymana Hewlêrê têk biriye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Beşdarbûna hin endamên ENKS’ê di bin sîwana koalîsyonê de cihekî rexneyê ye. Me li Hewlêrê li hev kir ku em têkoşîn bikin ku wek şandeyek serbixwe beşdarî civîna Cenevreyê bibin. Bi vî rengî beşdarbûna ENKS’ê ya civîna Cenevreyê hilweşandina lihevkirina li Hewlêrê bû. Lê wan kesan hêj civîna li Hewlêrê bi dawî bû daxuyanî dan ku, ewê bi koalîsyonê re tevlî civîna Cenevrê bibin. ”
Ehmed axaftina xwe wiha dewam kir: "Em bawer dikin ku wê gelê me kesên ev gotina kirin û nikaribûn carek jî gotina Kurdî di nava civînê de bilêv bikin, hesap bixwaze. Ev kesên mijara gotinê jî divê êdî helwesta xwe zelal bikin ka wê li cem gelê Kurd bin an li cem hinek kesên şovenistên Ereb bin."
AZÎZ KOYLUOGLÛ/QAMIŞLO