Şaredariya Farqînê ya Amedê di çarçoveyê kampanya "Bila darek te ya çandî jî hebe" ku berê dabû destpêkirin dar çandin. Şaredariyê îro bi xwendekarên lîseyê re li qada Gaza Topê şitlê daran çandin. Di çandina daran de Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, Hevserokên BDP'ê yên Farqînê, xebatkarên Navenda Jinê ya Meya û Atolyeya Hunerê ya Zembilfroşê amade bûn. Dîsa xwendekarên Lîseya Farqînê jî tev li çandina daran bûn û dar çandin.
Xwendekaran û rayedarên şaredariyê li qada Gaza Topê şitlên daran çandin. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha hezar şitlên spîndaran , 5 sed selvîyên şîn (hewrê) akasya, 250 şitil darê tizbiyê hezar darên bihê hatin çandin. Şaredar Fadil Erdede anî ziman ku dê îro li gel xwendekarên lîseyê 100 darên çamê biçikilînin.
Midûrê Lîseya Silvanê Cahit Akyol jî anî ziman ku ji ber şaredarê Farqînê firesetek bi vî rengî daye wan pir kêfxweş in û spas dikin.

AMED