
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî, bertek nîşanî qedexeyên li ser tîpên QWX dan û anî ziman ku ger Kurdî bibe dersa hilbijarî jî divê ne ji bo gelê Kurd ji bo gelên din wekî dersa hilbijarî bê dîtin. Farqînî, da zanîn ku dayina dersa hilbijarî ya Kurdî ne ji bo gelê Kurd ji bo gelên din erênî ye û wiha got: “Gelên din ji bo fêrî Kurdî bibin dikarin dersa hilbijarî ya Kurdî bibînin. Lê Kurd divê bi zimanê zikmakî Kurdî perwerde bibin. Dîsa parastina zimanê zikmakî tê redkirin. Lê Kurd esil perçeyê Komara Tirkiyeyê ne. Mafê wan ê zimanê zikmakî û perwerdehiya zimanê zikmakî heye. Armanca bingehîn neqebûlkirina Kurdan e.”
Dersên hilbijarî
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di 12’ê hezîranê de got “Divê Kurdî di bin ziman û zaravên dijîn de” wekî dersa hilbijarî li dibistanan bê dayîn. Li ser vê yekê nîqaş û bertekên Kurdan zêde bûn û Kurdan xwest zimanê zikmakî wekî zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin. Kurdan “Dersa hilbijarî ya Kurdî” red kir û anî ziman ku ev tenê ji bo tirkan bê qebûlkirin.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Zimanzan Zana Farqînî jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Dersa hilbijarî ya Kurdî ji bo Kurdan nayê qebûlkirin. Ger ku dersa Kurdî ya hilbijarî bê qebûlkirin jî divê ji bo neteweyên din û gelên din bên qebûlkirin. Farqînî, anî ziman ku hêj tehamula wan a li hemberî tîpên Kurdî jî tune. Farqînî got: “Ger ku dê gelê Kurd qebûl bikin, wê demê divê bi ziman, nasname û çanda me, me qebûl bikin. Çawa ku di tirkî de tîpên Ö, Ð’ hene û di Kurdî de tune, di Kurdî de jî tipên ‘Ê, W, Q, X hene û di tirkî de tune ne. Ev cudahiya wan e. Ji ber vê yekê divê ev xweserî bên parastin.”
Sînoran qebûl nakin
Farqînî, bertekên tund nîşanî daxwaza “Bila Kurd Kurdî wekî dersa hilbijarî bibînin” da û wiha got: “Ez dayina dersa Kurdî ya hilbijarî erênî dibînim. Lê divê ev ne ji bo Kurdan ji bo gelê din bê day- în. Divê gelên din Kurdî wekî dersa hilbijarî bibînin.” Farqînî, da zanîn ku hikûmet û dewlet dixwazin her tiştî li gorî xwe pêş bix- in û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê hin gavan li ser Kurdî davêje li go- rî daxwaz û berjewendiyên xwe davêje. Dema em li zima- nê Kurdî dinerin, em dibînin ku gelek peyv û têgehên Kurdî hatine qedexekirin. Hikûmet û dewlet çi çawa bixwazin li gorî xwe rast di- kin. Kî derkevin sînorên tên cezakirin. Hikûmet der barê çareseriyê de ne samîmî ye. Ev ne rast û demokratîk e.” Farqînî helwesta Serokwezîr Erdogan jî rexne kir û da zanîn ku ev nayê qebûlkirin.
Pêkanîna zilm û zaliman qebûl nakin
Farqînî bilêv kir ku ji ber dewlet naxwaze ziman, nasname û çandên neteweyên nava xwe qebûl bike bin peymanên navneteweyî erê nekiriye û xwe daye paş. Farqînî, helwesta heyeta dadgeha Sîlîvriyê ku 140 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd didarizîne jî rexne kir û anî ziman ku ev helwest û qedexeya li ser parastina Kurdî nayê qebûlkirin. Farqînî, daxuyand ku qedexeya li ser zimanê zikmakî û astengiyên li ser perwerdehiya zimanê zikmakî pêkanînên zulum û zaliman e û wiha got: “Dibêje li gorî peymana mafên mirovan zimanê zikmakî mafê her kesî ye. Ger ku maf be çima ev mafê Kurdan tê astengkirin? Ger ku gelek nebûbe xwedî dewlet ma dê nikaribe mafê xwe yê ziman û nasnameyê bi kar bîne? Ev çawa mafê mirovan û demokrasiyê ye. Ger ku hikûmet durist û rast be dê astengiyên ji ser mafên Kurdan rake. Zimanê zikmakî bi qasî şîrê dayikê helal e û divê siyasetmedar xwe bi zimanê zikmakî biparêzin. Ev mafê wan e.”
STENBOL