Projeya Şaredariya Sûrê ya bi navê ‘3 ziman, 3 kolan, 3 pirtûk’ bi kokteyleke berfireh û bi beşdariya parlameter, Şaredar, nivîskar û rewşenbîran hat li darxistin.
Projeya Şaredariya Sûrê ya Amedê ya bi navê ‘3 ziman, 3 kolan, 3 pirtûk’, li Restoranta Cezayîrê bi kokteyleke hate nasandin. Di çarçoveya proje de berhema Naum Faîk Palak a bi navê ‘Beth Nahrîn’ Kurdî, tirkî û suryanî, berhema Şehmus Dîken a bi navê ‘Amed dest dihejînê’, Kurdî, tirkî û îngîlîzî û berhema Mîgîrdîç Margosyan ya bi navê ‘Taxa Gavur’ Kurdî, tirkî, ermenkî hatin wergerkirin. Di kokteylê de sînevîzyona li ser navçeya Sûrê hate temaşêkirin. Karsaz Osman Kavala, Prof. Gencay Gursoy, Rojnameger Nuray Mert, Parlamanterê BDP’ê yê Stenbol Sirri Sureyya Onder û gelek kes tevli kokteylê bûn.

Nasname rûmet e

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, di kokteylê de axivî û diyar kir ku bajar bi nasnameyên xwe tên naskirin. Demîrbaş, anî ziman ku dema nasname winda bibin dê hemû kes wê demê winda bike. Piştî Demîrbaş Sirri Sureyya Onder jî, axivî û bal kişand ser zimanê dayikê. Onder wiha axivî: “Zimanê neyê ferbûn dê winda bibe. Şaredarên li Kurdistanê ji bo zimanê Kurdî bedelên giran dan. Zimanê Kurdî tê qedexêkirin û tê asîmîlêkirin. Mirovê zimanê dayikê neaxivê dê lal bibe. Qedexêkirina zimanê dayikê bidome dê nifşên zimanê dayika xwe nizanin dê derkevê holê.” Piştî axaftinan kokteyl bi guhdarkirina stranan dawî bû.

STENBOL