Piştî ku Dadgeha Bilind a Brukselê pêr biryara Dadgeha Brukselê ya ku PKK´ê weke aliyekî şer bi nav dike, erê kir, aliyê Tirk û dozgerê mehkema jêr ji bo parastinê doza demeke dirêjtir ji dadgehê kir û dadgehê doz taloqî 28´ê Çile kir. Rêxistina alîkariya hiqûqî bi girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê re elaqedarî biryarê daxuyaniyek da û got, “Dadgehê biryara Dadgeha Temyîzê ya Adara 2019´an bi temamî rast dît. Vê mehkemê dozên li dijî siyasetvan û rojnamevanên mişext ên Kurd, biryar dabû ku dozeke ji ber piştgiriya terorîzmê li gorî hiqûqa heyî ya Belçîkî nabe.”

Azadî jî bi bîr dixe ku mehkemê hingî serê xwe bi wê meseleyê êşandibû ka PKK dikare weke rêxistineke teorîst bê dîtin û di dawiyê de biryar dabû ku ew aliyekî şer e û nabe weke rêxistina terorîst bê dîtin.

Tevî biyara mehkema bilind jî Azadî mesele zelal kir û got, hîna mafê îtîrazê hebûye û nûnerên dewleta Tirk û dozgerê mehkema jêr li ber biryarê rabûne. Mehkemê jî mohlet daye wan ku sererrastkirina îtîraza xwe heta 24´ê Çile bi dawî bikin. Li gorî vê 28´ê Çile wê rûniştina dozê bibe. Çav li rê ye, rêxistinên Kurd jî daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Rêxistina Azadî herî dawî got, Siyaseta Elman û meqamên taqîba cezayî yên Elman dikarin vê biryarê weke mînak bibînin.

 

ç