KCK’ê bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku xwe ji helwêstên tund vegirin û li gorî qanûnan çalakiyan bikin; ji hikûmeta Elman jî xwest, serdana Erdogan betal bike.
KCK’ê ji bo Kurdên li Ewrûpayê, nexasim ên li Elmanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê îşaret bi penaberiya KUrdan li welatên Ewrûpî kir û got, êdî ji serjimêra Bakurê Kurdistanê bêhtir Kurd li metropolên Tirkiyeyê û li welatên Ewrûpî ji ber koçberiya bi darê zorê yan jî neçariyê dijîn.
KCK´ê bi îtîmam îşaret pê kir ku Ewrûpa jî ji bo gelek Kurdan bûye cihê ku pena xwe gihandinê û wiha dewam kir: “Zêdeyî 1.5 milyon Kurd li Elmanyayê dimînin. Bazirganên mirovan ku ji aliyê MÎT’ê ve hatin birêxistinkirin û parastin, berê van Kurdan dan Ewrûpayê. 90 ji sedî yê Kurdên li rojavayê Firatê niha li metropolên Tirkiyeyê û Ewrûpayê ne. Li rojavayê Firatê nifûsa Tirkan hate zêdekirin û bi vî rengî polîtîkaya qirrkirinê bi cih hate anîn.
Gundên Kurdan hatin şewitandin û valakirin, bi hezaran mirov bi rengekî ‘kiryar nediyar’ hatin kuştin, êşkence li sed hezaran kesî hate kirin û bi deh hezaran kes hatin girtn. Jiyan li Kurdistanê herimandin. Armanc ji van êrişan ew bû ku Kurdistanê bê mirov bihêlin, berxwedana Kurdan bişikînin û qirrkirinê temam bikin.”
Mafên xwe yên demokratîk bi kar anîn
KCK´ê got, Kurdên li Ewrûpayê û nexasim Elmanyayê, hem faşzîma 12´ê Îlonê û hem jî zilma salên 90´î protesto kiriye, nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan daye û wiha dewam kir: “Li dijî êrişên gelekî giran ên dewleta Tirk, car carna nerazîbûnên tund hatin nîşandan, lê belê tevgera me hişyar kir û hewl da pêşî li van bûyerên îstîsnayî bigire. Jixwe, gelê Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê bi taybetî li Elmanyayê, demeke dirêj di çarçoveya qanûnan de mafên xwe bi kar anîn.”
Her tişt ji bo qirrkirina Kurdan
KCK´ê îşaret bi destketiyên Tevgera Rizgariya Kurd li Şengal, Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê kir û got, ji ber vê yekê dewleta Tirk havîna 2014’an ji bo kuştina bi hezaran Kurdî, girtina bi sed hezaran û koçberkirinê, Plana Têkbirinê amade kir. KCKê got, Ocalan û tevgera wan bi pêşniyazên maqûl gelekî hewl daye pêşiyê li vî şerî bigirin, lê piştî hilbijartinên 7´ê Hezîranê li dijî gelê Kurd dest bi êrişeke qirrkirinê ya topyekûn kir. Li ser mijarê û peywendiye Elmanyayê pê re, KCK´ê wiha dewam kir: “Di xerakirin û şewitandina bajaran de, di dagirkirina Efrînê tankên Elmanyayê hatin bikaranîn. Desthilatdariya AKP’ê ya faşîst, li gel êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd, zexta li ser hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî giran kir.”
Ciwan dûrî şidetê bin
KCK´ê got, Kurdistaniyên Ewrûpa û nexasim Elmanyayê, mafên xwe yîn demokratîk bi kar anîn û ev zext û zilma dewleta Tirk şermezar kir û wiha peyivî: “Di dema van protestoyan de ciwanan hin caran nerazîbûneke tund nîşan da ku zor dida qanûnên Elmanyayê. Hikûmeta Elmanyayê hem ji ber zexta desthilatdariya AKP’ê, hem jî bi bahaneya van nerazîbûnan bi rengekî antî demokratîk êriş bir ser saziyên Kurdan ên demokratîk û hin siyasetvanên Kurd girtin.
Di dema bikaranîna mafê demokratîk de em ti carî nebûn alîgir ku helwêsteke ku tehdeyê li qanûnên welatên Ewrûpayê bike, bê nîşandan. Ji ber ku bi taybetî li Elmanyayê, ev yek weke hincet tê bikaranîn û di çarçoveya daxwazên dewleta Tirk de zext li saziyên demokratîk ên gelê Kurd tê kirin. Ji ber vê yekê, em bang li hemû ciwanan dikin; xwe ji çalakiyên bi vî rengî yên nerazîbûna tund vegirin û protestoyên xwe di çarçoveya qanûnên Elmanyayê de bikin. Bi çalakiyên tund re nebin sedem ku êriş li saziyên Kurd ên demokratîk were kirin.”
Elmanya divê rêzdar be beramberî çalakiyan
KCK´ê her wiha xwest hikûmeta Elmanyayê jî rêzê bigire ji mafê çalakiyên demokratîk re û got, “Qedexekirina sembolên YPG û YPJ’ê ku li ser daxwaza dewleta Tirk hatiye kirin, binpêkirina qanûnên Elmanyayê ye û ji aliyê raya giştî ya demokratîk a Elman ve jî nayê qebûlkirin. Em ji ciwanan dixwazin ku çalakiyên xwe yên li Elmanyayê li gorî qanûnan bikin, lê li aliyê din êrişa polîsên Elman a bi hincetên ne mantiqî ya li dijî protestoya demokratîk a ciwanan, tê wateya qebûlkirina kiryarên faşîzma AKP’ê.”
Elmanya dibe şirîkê sûcên AKP´ê
KCK´ê xwest Elmanya desteka xwe ya dida plana dewleta Tirk a qirrkirina Kurdan bi dawî bike û êdî destekê nede dîktatoriya yekkesî ya li Tirkiyeyê rûniştî. Wê her wiha rexne li helwêsta destekkirina aborî ya Tirkiyeyê jî wiha girt: “Di rewşeke wiha de nêzîkatiya hikûmeta Elman ku dibêje ‘Ez ê bi desthialtdariya AKP’ê re têkiliyeke baş deynim, ji bo ji krîza aboriyê derkeve ez ê alîkariyê bidim’, teşwîqa ji bo êrişa li dijî hêzên demokrasiyê û gelê Kurd e. Hikûmeta Elmanyayê bi vê helwêsta xwe re dibe şirîkê sûcên desthilatdariya AKP’ê.“
KCK´ê îşaret pê kir ku vexwendina Erdogan a fermî a ber bi Elmanyayê ve raya giştî a Elman jî êşandiye û ji mafê wê ye ku mafê xwe yê protestokirina demokratîk bi kar bîbe. KCK´ê wekî din ji hikûmeta Elmanyayê wiha xwest ku serdana Erdoganî betal bike: “Em bang li hikûmeta rewa ya gelê Elmanyayê dikin ku xwedî kevneşopiyeke xurt a demokratîk e û genên ruhê azadiyê pê re hene, vê serdana şefê qirrkirin û dijminê demokrasiyê yê faşîzma AKP’ê betal bike. Em bang lê dikin ku daxwaza desthilatdariya AKP’ê ya ku dixwaze zext li saziyên demokratîk ên Kurdan ên li Elmanyayê bê kirin, red bike û nîşan bide ku nirxên demokratîk ên gelên Ewrûpayê û Elmanyayê hene.”
ANF/BEHDÎNAN