BILAL GULDEM / OZGUR PAKSOY / MA / AMED

Dayika Ceylan Onkol, Saliha Onkol beriya hilbijartinên 24´ê Hezîranê nihêrînên xwe îfade kirin û got, “Ev 9 sal in ku kezeba min dişewite û ez bi êşa kuştina Ceylanê dijîm. Bila ev hilbijartin bibe hilbijartina aştî û edaletê.  Bila Selahattîn Demîrtaş jî demildest berdin.”

Yek ji zarokên dewleta Tirk qetil kirî jî Ceylan Onkol a 12 salî bû; 28’ê Îlona 2009’an li gundê Xiraba yê navçeya Lîcê ya Amedê, dema a ku wê pezê xwe diçêrand ji Qereqola Tapantepe guleya hawanê hat li wê ket û wê jiyana xwe ji dest da. Di ser kuştina Onkol re 9 sal derbas bûn, lê hêj der barê kuştina Onkol de kes nehatiye cezakirin.

 ‘Ev 9 sal in kezeba min dişewite’ 

Dayik Onkol bi bîr xist ku di ser kuştina Ceylan de 9 sal derbas bû û ew hêj li benda edaletê ye û got, “Kujerên wê dernexistin holê. Ez dixwazim ev êşa 9 sal in ez dikişînim, bi encam bibe. Bila kujerên Ceylanê derxin holê. Wê wiha hindik be jî êşa min kêm bibe. Ez ê wiha dikaribin rehet li malê rûnêm. Ji roja Ceylan qetilkirin heta îro rehet rûneniştime.”

Daxwaza aştiyê bikin

Dayik Onkol pêk hatina hilbijartina 24’ê Hezîranê jî bi bîr xist û wiha peyivî: “Hilbijartinek din jî hat lê hêj edalet nîne. Ez hêvîdar im em ê di vê hilbijartinê de bigîhijin edalet û aştiyê. Ji we rica min ew e bila kujerên Ceylana min derxin holê. Xwîna gelek kesan wek a Ceylana min rijiya. Dayikên kezeb şewitî hemû wek hev in. Dema ez êşa wan dibinim êş dikeve kezeba min.

Bila her kes aştiyê daxwaz bike. Em ê hêvîdar in ji niha şûn ve di nav jiyanek aştiyane û biratî de bijîn û bibin yek.”

Dayik Onkol wekî din xwest namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan: “Înşelah wê ew jî bê berdan û yekîtiya me pêk were.”