Ji bo Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an, maxdûrên darbê amedekariya bi çalakiyan derkevin qadan dikine. Tê zanîn ku di darbeyê de 300 kes bi şiklekî veşarî hat kuştin, 650 hezar kes hate binçavkirin, 571 kesî cezaya îdamê xwar û milyonek û 683 hezar kesi hate qeydkirin. Ji alî 78'iyan di sala 2000'î de kampanyaya "Bila girtigeha Amedê bibe muze' hate dest pêkirin û di vê çerçovê de 100 hezar îmze hat topkirin. Îmzeyên hatî berhevkirin wê ji alî heyetekê ve dê ji Serokkomar, Serokê TBMM'ê, Vezîrê Edeletê û Vezîrê Çandê re bê şandin.

Serokê şaxa Komeleya Lêkolîn û Pêştevanî ya 78'iyan ya Amedê Ganî Alkan, destnîşan kir ku 11 salin ji bo 'leşkerên darbe kirine bila werin dadgehkirin' tekoşînê didine û di vê çerçoveyê de bi 500 maxdûrî Girtigeha Amedê re hevdîtin pêk anîne. Alkan, da zanîn ku, di dest wan de 800 deqiqe dîmen heye û dema were xwestin ji bo bibe delîl kanîn pêşberî dadgehê bikin. Alkan bal kişande gilîye hezar maxdûrî û mabesta wan 'dadgehkirina yên ku darbe kirine' nişan da. Alkan, bal kişande ser 100 hezar îmzeyên hatî topkirin û got ku "kampanya bi serkeftî ye."

AMED