
Piştî pêvajoya çareseriyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de dayî despêkirin, jiyana PKK´yiyan a rojane ya li Çiyayên Dêrsimê di nava xwezayê de bû mijara belgefilma “Banga Rojê”. Belgefilma ku Cemil Kizildag û Hamdi Akyol derhîneriya wê kirî, pêvajoya vekişînê û komên dawî yên li Çiyayên Dêrsimê mayîn vedibêje. Derhêner Cemil Kizildag da zanîn ku armanca wan çopandina vekişînê bû, lê ji ber ku negihiştin wan, wan komên dawî li Çiyayên Dêrsimê mayî ji xwe re kirin mijar.
‘Me dîmen sê demsalan girtin’
Kizildag destnîşan kir ku girtina dîmenan ji bo belgefilmê bi qasî salekê dewam kir û wiha peyivî: “Me dîmen sê demsalan girtin. Jixwe dema ku em negihan komên vegerê, vê carê me dest bi girtina dîmenên komên dawiyê û jiyana wan a di nava xwezayê de kir. Em di biharê û payîzê çûn. Me dîmenên zivistanê negirtin.”
Kizildag got, nîvê belgefilmê li ser PKK´yiyan e û nîvê mayî jî bi tenê li ser PKK´yiyên jin e.
‘Pêdiviyên xwe ji xwezayê peyda dikin’
Cemil Kizildag derbirî ku jiyana rojane ya PKK´yiyan bi xwezayê re tê meraqkirin û wiha dewam kir: “Gerîla li çiyan çi dixwin, tevahiya rojê agahiyan ji çi fêr dibin û pêdiviyên xwe yên rojane ji ku tînin? Bersiva van pirsan, ew e ku bi piranî pêdiviyên xwe ji xwezayê dabîn dikin. Dizanin kîjan çaxê salê kîjan pincar peyde dibin. Kijan çavkaniyên avê ji ku tên û dê kengê ziwa bibin. ew pê dizanin. Ji ber ku ew dizanin parçeyek ji wê xwezayê ne û li ser wê jiyana xwe ava kirine.”
‘Herêma jiyana jinan rengîntir e’
Cemil Kizildag destnîşan kir ku beşa duyem a belgefilmê li ser jiyana PKK´yiyên jin e û weha peyivî: “Jin bi xwe rêbaza parastina xwe bi pêş dixin. Bi xwe li wê şêwazekî jiyanê ava kirine. Li gorî çavdêriyên me li wê farqek di nava jin û mêran de hebû. Herêma jiyana jinan zêdetir rengîn bû. Bi şêwazên rengîniyê wan ew dever gelek xweşik dikirin. Ez dixwazim balê bikişîne ser tiştekî, ji bo mêran devera lê dijîn cihê starê ye, lê ji bo jinan ne tenê cihê starê ye, di heman demê de cihê jiyaneke rengîn e jî. Di despêkê de me dît ku jin ji bo ku herêma xwe bi bedewiyê û parastinê îsbat bike di nava hewildanan de ne.”
‘Bi her awayî ji bo pêvajoyê amade ne’
Cemil Kizildag got, di belgefilmê de mijareke din a giring jî pirsgirêka kurd û agahiyên di pêvajoya çareseriyê de bûn û wiha dewam kir: “Li gorî çavdêriyên min gerîla pirsgirêka Kurd û demokrasiyê bi rêbazên maf û dadê çareseriyê dixwazin. Bi rastî nêrîna me ya li pêvajoyê jî ev e. Jixwe sedema wan ya li wê mayînê jî bi her awayî alîkarîkirina pêvajoyê ye. Dema ku dixwazin ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin jî li aliyê din ji bo hemû nerêniyên bidin der jî amade ne.” Kizildag got, PKK´yiyên li çiyê dixwazin armancên xwe bi civakê bidin fêmkirin û weha dewam kir: “Banga Rojê jî wesîleyeke wê ye. Ew dibêjin, ‘Bila her kes bê me bibîne, em çawa dijîn, em çi dibêjin, bila bibihîsin û bizanin.’”
DERYA CEYLAN-EYLEM DAŞ/JINHA