Di daxuyaniyê de hat xwestin, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû HDP’yiyên girtî werin berdan.

Koma Kurdistanê da xuyakirin, ku binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê, piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê zêdetir bûye û diyar kir, êrîş li civaka sivîl, sîstema hiqûqê û azadiya ramanê tê kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, li Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan, azadiya çapemenî û ramanê û lîderên partiya mûxalefetê, ber bi aliyekî neyînî ve diçe û hat gotin, “Girtina rojnamevan, hilbijartî û nûnerên civaka sivîl bi rengekî vekirî û kêfî dewam dike. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, herî kêm 155 rojnamevan li girtîgehê ne, ku têkildarî 22 ji wan hê doz jî nehatiye vekirin.”

Darbeke mezin li demokrasiyê ye

Koma Kurdistanê ya Parlamenta Swêdê bibîr xist, ku HDP sêyemîn mezintirîn partiya Tirkiyeyê ye û 59 parlamenterên xwe heye û wiha dewam kir: “Bi hezaran siyasetmedar hatine giritn ku piraniya wan ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Herî dawî Hevserokên HDP’ê û 8 parlamenter hatin girtin. Ev yek derbeke mezin e li parlamenterîzm û demokrasiya Tirk.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Weke parlamenterên li Parlamenta Swêdê, em dixwazin hempîşeyên me yên HDP’yî û nûnerên partiyê yên hatine hilbijartin derhal bên berdan û li wezîfeya xwe vegerin. Em girtina nûnerên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, qebûl nakin. Giritna nûnerên gel, li dijî peymanên navneteweyî yên li ser mafên mirovan e. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên mora xwe daniye binî tevbigere û li pîvanên dewleta hiqûqê vegere.”

Koma Kurdistanê ya Parlamentê bang li Yekîtiya Ewropayê kir, ku bi rengekî vekirî helwestê li dijî Tirkiyeyê nîşan bide û ji bo reformên demokratîk pêk werin û veger li pêvajoya aştiyê çêbibe, bikeve nava hewldanan.

Di nava Koma Kurdistanê ya Parlamenta Swêdê de tevî 6 parlamenterên Kurd, 20 parlamenterên ji her partiyeke siyasî hene. Li binê vê daxuyaniyê mora Roza Guçlu Hedîn (Partiya Karker a Sosyal Demokrat), Fredrîk Malm (Partiya Lîberal), Margereta Cederfeldt (Partiya Mûxafazakar), Kerstîn Lûndgren (Partiya Navendê), Hans Lînde (Partiya Çep), Desîrre Pethrûs (Demokratên Xiristiyan) û Jabar Amîn (Partiya Keskan) hene.

Li ser Tirkiyeyê semîner

Ombûdsmana Herêma Dalarna ya Partiya Karker a Sosyal Demokrat Evîn Çetîn, bi beşdariya ciwanên sosyal demokrat li navenda partiyê semînerek li ser bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin, da.

Nûnerên bajar, navçe û taxan ên rêxistina ciwanan a Partiya Karker a Sosyal Demokrat (SSU) tevlî panelê bûn. Çetîn rewşa li Tirkiye û Kurdistanê ji sala 1923’an û vir ve nirxand û giranî da ser bûyerên piştî avabûna AKP’ê qewimîn.

Çetîn qala têkiliya navbera AKP û Tevgera Gulen kir û anî ziman, Recep Tayyîp Erdogan berî AKP’ê ava bike îcazet ji Fethûllah Gulen digirt û her du koman bi rengekî koalîsyonê welat bi rê ve birin.

Çetîn da zanîn, Erdogan ê beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê desteka neteweperest û şovenan wind akir, pêvajoya aştiyê sabote kir û ji nû ve li polîtîkaya şer vegeriya.

Evîn Çetîn bibîr xist, ku HDP a ji hemû beşên civakê yên bindest pêk tê, ji sedî 13,2 ê dengan wergirt û serketineke mezin bi dest xist. Çetîn got, “Erdogan piştî ku fêhm kir piraniya endamê parlamentê winda kiriye, êrîşî HDP’ê kir. Li Kurdistanê ji nû ve şer îlan kir. Tevî vê yekê jî HDP careke din keta nava parlamentê.”

Evîn Çetîn anî ziman, ku hêza li pişt hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hê baş zelal nebûye û diyar kir, roje piştî hewldana darbeyê, destpêkirina girtinên komî nîşan dide ku hikûmet ji darbeyê re amade bû û lîstiya kesên bên girtin ji berê ve amade kiriye.

Çetîn bibîr xist ku Hevserokên Giştî jî di nav de gelek parlamenterên HDP’ê hatine girtin û got, “Weke Sosyal Demokrat ên Swêdê em ê piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê dewam bikin. Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom xwest parlamenterên HDP’ê û hevşaredar bên berdan û çend roj berê jî Parlamenta Ewropayê bi biryareke dîrokî muzakereyên endametiya Tirkiyeyê sekinand. Ez vê yekê weke gaveke xurt li dijî polîtîkayên tinekirinê yên AKP û Erdogan dibînim.” 


ANF / STOCKHOLM