Tora Hevgirtina Rêxistinên Kurdistanî pêr li bajarê Kerkûkê di salroja ragihandina dadgeha tewanên navnetewî de çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de li ser navê Tora Hevgirtina Rêxistinên Kurdistanê Burhan Hacî Silêmanî daxuyanî xwend û diyar kir,  nêzî 11 sal in ew di nava hewldanê de ne ku Iraq bibe endamê dadgeha tewanên navnetewî. 

 Burhan Hacî Silêmanî ragihan, di encama hewildanên wan de heta niha zêdetirî 1500 partî, aliyên siyasî, rêxistinên Kurdistanî, wezîr, parlamenter û 85 parlamenterên berê û 89 parlamenterên niha yên parlamentoya Herêma Kurdistanê îmze dane. 

Burhan Hacî Silêmanî da zanîn, wan 60 îmze jî ji parlamenterên Iraqê yên ser bi kom û pêkhateyên cuda yên Kurdistanî û Iraqî berhev kirine û ev tişt anîn ziman: “Ev hewldan ji bo ku em carekedin bi komkujiyan re rû be rû neyên. Wek me dît carekedin di Tebaxa 2014’an de xelkê me li Şengalê di komkujiyan re derbas bûn.”


‘Li hember jenosîda Êzîdiyan bê xem in’

Hacî Silêman di berdewama axaftinên xwe de bal kişan ser bêdengiya li hemberî jenosîda li ser Êzîdiyên li Şengalê û got: “Her kes û aliyên li Kurdistanê propagandaya DAIŞ’ê bike, divê wek tewana alîkarîkirin bi terorê were dadgehîkirin. Her kes û aliyên ku jenosîda Êzîdî, Xirîstiyan û pêkhateyên din ji aliyê DAIŞ’ê ve rewa bibîne, divê were dadgehîkirin û cezakirin. Li Herêma Kurdistanê înkarkirina jenosîdan wek tewaneke were dîtin.”


 ROJNEWS/KERKÛK