Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk a Herêma Kobanê bi armanca nirxandina rewşa herêmê û êrîşên komên çete yên DAIŞ‘ê civînek lidar xist. Di civînê de rêbaza çawaniya peydakirina pêdiviyên mirovî û vekirina kîredorekî mirovî bi ser bajar ve hate nîqaşkirin. Meclîsê di dawiya civînê de daxuyaniyek niviskî weşand.
Jiyana gel zehmet bû
Di daxuyaniyê hate gotin ku êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê li ser herêmê didomin, her wiha berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê jî bê navber didome û roj li pey rojê deskeftiyan bidest dixînin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di encama şer û pevçûnan de gelek wêranê li bajar û gundên me pêk hatin. Vê yekê bandoreke mezin li şêniyên herêmê bi taybetî jin, zarokan û mirovên bi temen kiriye. Li ser sînor jî derfetên jiyanî pir kêm in, bi taybetî bi hatina demsala zivistanê re gelê herêmê di nava xeteriya jiyanê de rojên xwe yên zehmet dijîn. Her wiha bandora bermahiyên şer û çekên ku çeteyan di êrîşên xwe de bikar anîn bandoreke neyînî li mirovan û hemû zindiyên din jî dikin.”
Em ji bo mirovahiyê şer dikin
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku berxwedana Kobanê bûye dengvedana berxwedana mirovahiyê û destkeftiyên berxwedêrên kobanê wekî destkeftiyên mirovahiyê hatin binavkirin û ev tişt hatin gotin: “Bajarê me bû ye eniyeke cîhanî ku ji bo parastina mirovahiyê û bi vê yekê pêwîstî bi piştgiriyê heye. Li ser vî esasî pêwîste di serî de civaka navnetewî û hemû mirovahî erka xwe ya piştgiriya Kobanê pêk bînin û alîkariyên pêwîst bi gelê Kobanê re bikin.” Di berdewama daxuyaniyê de piştgiriya bi hezên YPG/YPJ’ê re hate gotin û daxuyanî wiha hate domandin: “Em berxwedana hêzên YPG/YÊJ’ê yên pîroz û piştgiriya hêzên Burkan El-Firat ên Artêşa Azad û hêzên pêşmergeyan ku bi çekên xwe yên sivik parastina herêmê dikin, silav dikin. Her wiha hewldanên wan ên ji bo aramî, wekhevî û aştiyê dinirxînin.”
Cîhan erka xwe pêk neanî
Di daxuyaniyê de bê xemî û bêdengiya raya giştî ya cîhanê ku bi ereka xwe ya mirovî derbarê kobanê de pêk nayînin rexne kirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em ji bê dengiya raya giştî ya cîhanê beranberî rewşa mirovî û êrîşên komên çete yên hovane li ser herêmê matmayî mane. Mixabin saziyên mirovî û dewletên demokratîk heta niha beranberî Kobanê û berxwedana ku pêk hatiye, her wiha rewşa sivîlan a pir bi êş bê deng mane. Her wiha çembera dijwar ku li ser herêma me bûye sedem ku rewş pir qiritîk bibe. .”
ANHA/KOBANÊ
Komîteya cotkaran ava bû
Sandîkeya Cotkaran a navçeya Şêrawa ya Herêma Efrînê di civînekê de Komîteyeke Çandiniyê ji bo çavdêriya rewşa cotkaran, ava kir. Bi armanca çavdêriya rewş û karûbarên Sandîkeya Cotkaran a navçeya Şêrawa ya Herêma Efrînê li gundê Basûtê li darxist. Di civîn de Komîteyeke çavdêriyê rewşa cotkaran û peydakirina pêdiviyên wan, hate avakirin. Di civîna Sandîkeya Cotkaran ya girêdayî Saziyên Civaka Sivîl de, bi dehan cotkaran amade bûn. Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê bi dest pê kir. Piştre Rêveberê Meclîsa navçeyê Merwan Hemo derbarê rewşa siyasî ya dawî li herêmên Rojava û bi taybet berxwedana herêma Kobanê de axivî.
Ji aliyekî din ve rêveberekî Saziya Civaka Sivîl ê Navçeya Şêrawa Mihemed Mamo li ser rola cotkaran di şênkirin û avakirina berhemên çandiniyê de axivî. Rêveberê Sandîkeya Cotkaran a navçeya Şêrawa Kemal Qehreman jî derbarê sîstema rêxistinî ya karûbarên cotkaran de axivî.
Komeleyek ji ku 6 endaman pêk tên ji bo çavdêriya rewş û karûbarên çotkaran, peydakirina pêdiviyên çandiniyê û çareserkirina pirsgirêkên cotkaran ên wekî pirsgirêka avê, belavkirina sergîn (ziblê çandiniyê) pêk bînin.
ANHA/EFRÎN