Endamên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê (MPKE) Hişyar Ozsoy û Feleknas Ûca û Nûnerê HDP’ê Fayîk Yagizay bi navê HDP’ê, bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpayê (KE) Thorbjorn Jagland re rûniştin.

Di hevdîtinê de, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan ku bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin û nêzî 7 hezar girtî tê de ne, hilbijartinên cihî hatin nirxandin.

Heyeta HDP’ê ji Thorbjorn Jagland xwest, di mijara tecrîdê û grevên birçîbûnê de diyalogê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re bike û ji bo çareseriya pirsgirêkê bikeve dewrê.

Heyeta HDP’ê ragihand ku grevên birçîbûnê di asta gelekî krîtîk de ne û ji Jagland xwest, ji bo çareseriya pirsgirêkê derfetên diyalogê bi kar bîne.

HDP´ê doza diyalogê dubare kiriye

Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewrûpayê Fayîk Yagizay diyar kir ku Thorbjorn Jagland beriya niha bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re axiviye û di mijara çareseriya pirsgirêkê de peyam şandiye ji Erdogan re. Yagizay anî ziman ku wan careke din ji Jagland xwestiye ku diyalogê bike.

Tecrîd bi dawî bibe grev jî wê bi dawî bibin

Yagizay anî ziman ku Jagland ji wan pirsiye ka pêkhatina hevdîtina parêzeran wê rê li ber çareseriyê veke yan na û got, endamên Heyeta HDP’ê jî jê re gotine, “Daxwaza bingehîn a çalakgeran pêkhatina hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Ocalan re ye”. Yagizay da xuyakirin, heger malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin û derfetên hevdîtinên bi rêk û pêk bên afirandin, wê hincetên grevên birçîbûnê ji holê rabin û wan ev rastî ji Jagland re ragihandiye.

Hewldan wê bidomin

Heyeta HDP’ê her wiha bi Seroka Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê (MPKE) Liliane Maury Pasquier re rûnişt. Di hevdîtinê de mijarên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û hilbijartinên cihî hatin nirxandin. Pasquier got, wê bersiv daye nameya Hevserokê berê yê HDP’ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş. Pasquier ragihand ku di vê mijarê de wê nameyek ji serokê heyeta Tirkiyeyê ya li MPKE’yê re nivîsiye û got, hewldanên wê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan wê bidomin.

Heyeta HDP’ê pêr bi rayedarên CPT´yê re jî li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê hevdîtin kiribû. Rayedarên CPT’ê diyar kiribûn ku di asta herî bilind de ew bi rayedarên Tirk re di nava têkiliyê de ne û hewl didin ‘çareseriyeke demdirêj’ peyda bikin.