Arasê bersiv da çend pirsên me û got, weke Kurd û Elewî hilbijartina min, “nîşana li dinyayê vekirîbûnê, xweşbîniyê û serketina întegrasyonê ye”.

Aras bi îhtîmam îşaret bi wê yekê kir ku mirovên ji paşxaneyeke koçber jî endamên civakê ne, ji ber wê divê xwe bidin ber barên berpirsiyariyên siyasî jî. 

Muhtere Aras bi bîr xist ku li eyaletên din serokên parlemanan ên jin berê jî hebûne û ew gelekî şa ye ku bûye yekemîn seroka parlemana jin a eyaleta Baden-Wurtenbergê.

Herî dawî Aras dibêje, ji bo mirovên ji paşxaneyeke koçberiyê lê hêja ye ku di nava civakê de xwe çalak bikin, xwe bidin ber barê berpirsiyariyan: Bi awayekî dildarî li komeleyan, di sporê de, di komeleyên dêûbavan de, di karê çandê û penaberan de; her weha di nava partiyên siyasî de .


DÎLAN BÎÇER