Hîndekarê Zanîngeha Sofyayê Doç. Dr. Yaşar Abdulselamoglû di pêşkêşiya xwe ya li konferansê de diyar kir ku pêşeroja Rojava û çarenûsa Başûrê Kurdistanê bêtir nêzî hev bûne û xwest, kongreya neteweyî tavilê bicive. Di roja duyemîn a konferansê de ku ji aliyê Weqfa Mezopotamya û SAMER’ê ve tê organîzekirin, bi mijara “Perspekîfên Kurdan ên yekitî, jiyana bi hev re û tifaqê” rûniştinê destpê kir. Moderatoriya rûniştinê ji aliyê Alîkarê Serokê Desteya Rêveber a Weqfa Mezopotamyayê parêzer M. Emîn Aktar ve hat kirin. Ji Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Dr. Naîf Bezwan bi mijara “Tercîda Kurdan a sîstema siyasî û mafê self determînasyonê” de pêşkêşiyek kir. Dr. Bezwan li gorî hiqûqa navneteweyî mafê neteweyan ên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe nirxand û destnîşan kir ku tevî rewşa Kurdan a gelê herî mezin ê bê dewlet e, di heman demê de Kurd di rêza yekemîn a gelên ji bo diyarkirina pêşeroja xwe demeke herî dirêj têkoşiyaye de cih digire. Dr. Bezwan ragihand ku li gorî normên hiqûqa navneteweyî mafê self determînasyon, meşandina pêşketina xwe ya çandî, aborî û civakî û destnîşankirina statuya xwe ya siyasî bi awayekî azad e.” Ji Zanîngeha Sofyayê hîndekar Doç. Dr. Yaşar Abdulselamoglû jî bi mijara “Li herêmê, di çarçoveya lêgerînên ‘Nasnameyeke Nû’ de krîzên rewatiya siyasî û pirsgirêka ‘xwemalîbûna kevneşopî’ ya mezin dibe. Şertên Kurdan ên bûyîna faktora herêmî” pêşkêşiyek kir. Abdulselamoglû da xuyakirin ku bi wergirtina Mûsilê re DAIŞ xwedî planên nû ye li hemberî Kurdan. Doç. Dr. Abdulselamoglû bal kişand ser bandora Amerîkayê ya li herêmê û anî ziman ku DAIŞ îro weke rêxistineke terorîst tê dîtin, lê belê eger li Rojhilata Navîn herêmên girîng ên petrolê bixe bin kontrola xwe, dibe ku bibe mûxatabek. Doç. Dr. Abdulselamoglû da zanîn ku divê pozîsyona Kurdan a li pêşberî serdema tê guhertin bê nîqaşkirin û destnîşan kir ku Kurd xwedî polîtîkayeke ku li ser herêmê bibe aktor e.” Rûniştin bi pirs û bersivan bi dawî bû. Konferans piştî nîvro jî bi rûniştina duyemîna a bi sernavê “Kurdistan, sînor, parçe û pêşeroja hevpar” dewam kir.
DIHA/AMED