Saziya Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê derbarê êrîşên ku çeteyên El-Nusra û tabûrên alîgirê wan, li dijî taxa Şêxmeqsûd pêk tînin, daxuyaniyek da raya giştî.
Bi dehan endam li pêşiya navenda saziyê ya li beşê rojavayê taxê kom bûn û daxuyanî ji aliyê endamê saziyê Mistefa Entabî ve, hat xwendin.
Rê nadin em şehîdên xwe veşêrin
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, em êrîşên ku li dijî taxa Şêxmeqsûd pêk tên, şermezar dikin. Çete dixwazin bi van êrîşan vîna gelên ku di nava aşîtî û aramiyê de dijî, bişkînin.
Ev zêdetirî salekê ye ku çeteyên ku qaşo li ser navê Îslamê tevdigerin, ambargoyek li ser me danîne. Ji bo wê û ji ber topbarana bê ser û ber em nikarin birîndaran rakin nexweşxaneyan û nikarin şehîdên xwe defin bikin.”
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê dema dawiyê de çeteyên El-Nusra, tabûrên Nûreddîn Zengî û Ehrar EL-Şam, bi rengekî tevlîhev û bê ser û ber taxê topbaran dikin û bi vî rengî dewam kir daxuyaniyê: “Piştî bombebaranê ji bo ku birîndar negihêjin nexweşxaneyan û neyên dermankirin, rê li pêşiya wan tê girtin. Ev jî dibe sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin.
Di dawiyê de jî em bang li tevahiya rêxistinên mafê mirovan û civaka navnetewî dikin ku di zûtirîn dem de destwerdanê bikin û korîdoreke însanî bê vekirin. Da ku em karibin birîndarên xwe derman bikin û şehîdên xwe veşêrin.’’