Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, 10 rêxistinên civakî yên sivîl, bi minasebeta 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê, daxuyaniyek hevpar weşand û xwest ku zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bibe zimanê perwerdeyê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava 200 welatên cihanê de, Îran yek ji wan welatan e ku qedexe û xwendina zimanê dayîkê (Zimanê Kurdî) asteng dike û wiha hat gotin, “Ji ber ku tehemula wan ji bo ziman, netewe û wêjeya ti netewên din nîne, vê yekê ji xwe re weke şikestinekê dibînin. Projeyên yek zimanî çêdikin û giringiyê nadin zimanê ti neteweyê din yên li welatê wan. Bi milyonan mirov nikarin bi zimanê dayika xwe biaxivin, ev yek tê wateya asîmîlekirin û qedexekirinê.”
Sîstemeke yekzimanî didin
Di daxuyaniyê de behsa ziman û neteweyên li Îranê hate kirin û wiha hat gotin, “Li Îranê zimanê Kurdî, Tirkî, Erebî, Belûçî û Tirkmenî weke zimanên dayîkê tên zanîn. Lê li Îranê sîstemeke yekzimanî didin avakirin û bi vê sîstemê re dixwazin tevahiya ziman û neteweyên din tine bikin. Bi derxistina aloziya di nava netewan de vê yekê hîn baştir bi cih tînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê hat kirin û hat gotin, “Em weke nûner û hişmendên rastiyê yên vê civakê, daxwaz dikin ku sîstemeke pirrzimanî li Îranê bê avakirin. Xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî li hemû dibistanên Îranê bê fermîkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN