Parlamenterê HDP´ê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji bo di bin banê Meclîsê de bi Kurdî kurs were dayîn daxwaza fermî kir. Yildirim derbarê mijarê de daxwaznameyek pêşkeşî Meclîsê kir û destnîşan kir ku ji bo pêşxistina çanda aşitiyê ev proje dikare bibe alîkar. Yildirim daxwaz kir ku ji bo parlamenter, kedkar û nûçegîhanên Meclîsê kurs werin vekirin. Yildirim di daxwaznameya xwe de balê kişand ser peymanên têkildarî zimanê zikmakî ku Tirkiyeyê mohra xwe li bin xistiye.
Yildirim destnîşan kir ku, li gor daneyên UNESCO’yê li Tirkiyeyê Tirkî, Kurdî, Erebî, Lazî jî di nav de nêzî 40 ziman tê axaftin û da zanîn ku 3 ziman bi temamî wenda bûne, 15 ziman û zarava jî bi wendabûnê re rû bi rû ne. 




‘Meclîs dikare di zimanên cûda de xizmeta civakê bike’


Yildirim di daxwaznameyê de diyar kir ku ji hemû herêmên Tirkiyeyê parlamenter li Meclîsê dicivin û Meclîs dikare hemû dewlemendiya çandî û pirrengî û pirzimaniyê di bin banekê de kom bike û wiha pê de çû: “Parlamenterên ku di bin banê Meclîsê kom dibin, berpirsyar in ku dîrok, xweza, çand, ziman, ekolojî û nirxên din ên herêmên xwe yên hilbijartinê bizanin û xwedî lê derkevin. Bi taybet ji bo li welatê me rewşeke asayî pêş bikeve û giyana yekitiyê pêş bikeve, Meclîs dikare di zimanên cûda de xizmeta civakî bike û bibe wesîleya hevgirtina di navbera gelan de.”
Yildirim li ser vê esasê daxwaz kir ku, zimanê Kurdî ku li Rojhilata Navîn 4’emîn li Tirkiyeyê ji 2’yemîn zimanê herî zêde pê tê axaftin e û divê di bin banê Meclîsê de cihê xwe bigire. 
Yildirim bi van hincetan daxwaz kir ku di bin banê Meclîsê de kursên Kurdî were vekirin û da zanîn ku ew dixwaze berpirsyariya amadekirin û dayîna van kursan jî bigire ser milên xwe. 


 ENQERE