Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Parlamenta Ewropayê di civîna çapemeniyê de axivî. Ehmed bang li hêzên navneteweyî kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestînin.

Ehmed, bang li civaka navneteweyî kir ku li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi berpirsyarî tevbigerin û bi bîr xist ku wan li dijî DAÎŞ’ê 11 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dane û got, “Dibe ku DAÎŞ xwe ji nû ve bi rêxistin bike.”

Ehmed diyar kir ku DYE li pişt sozên xwe nesekiniye û bang li Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku “Herêma li firîna balafirên şer qedexe ava bikin û ji ber ku hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û Sûriyeyiyan koçber dike Tirkiyeyê ceza bikin.“

Ehmed anî ziman ku pêwîstî bi “çalakiya lezgîn” heye û anî ziman, ew ji nerazîbûnan kêfxweş in, lê belê divê bê kirin ku Tirkiye xwe vekişîne û pêkanîn lê bê ferzkirin.  n ANF / BRUKSEL