Parlamentoya Kurdistanê 5`mîn civîna xwe ya awarte pêr di saetên êvarî de li darxist. Di civina awarte ya Parlemtoyêde li ser bombebaranên artêşa Turikiyê gotûbêj hatin kirin û her wiha pêşniyar û nêrînên endamên Parlamentoya Kurdistanê hatin guhdarîkirin. Di komcivînê de êrîşên bombebarana artêşa Tirk hate şermezar kirin, qetilkirina sivîlan hate bibîrxistin û hate xwestin ku Tirkiye lêborînê bixwaze. Her wiha birina Tirkiyeyê ya Dadgeha Sûcên Şer a Laheyê jî weke pêşniyarekê di belavoka encamê ya komcivînê de cîh girt.
Parlementoya Kurdistanê piştî ku civîna xwe pêk anî, encamnameya civînê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re parve kir. Di 5’emîn civîna awarde de ev encam derketin holê:
- Parlamentoya Kurdistanê divê serxweşiyê ji malbatên şehîdan re bixwaz e û ji birîndaran re jî hêviyên başbûnê bîne ziman.
-  Destdirêjiya li ser sînorên herêmê û Iraqê ya ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve, bi tundî şermezar dike.
- Ji hikûmeta Federal a Iraqê, daxwaz dike ku ji dadgehên navdewletî û civakên navdewletî bixwaze ku biryarên di cî de, ji bo binpêkirina serweriya sînorên Herêmê û Iraqê ku ji aliyê firokeyên Tirkiyê yên ku bûye sedema kuştina welatiyên bê parastin yên sivîl bidin.
- Divê ku hemû bargehên leşkerî û sîxûrî li ser xaka Herêmê bên rakirin.
- Divê Hikûmeta Herêmê, ji rêya hikûmeta Federal ya Iraqê ve, belavokekê li dijî dewleta Tirkiyê amade bike û ji dadgeha Laheyê re bişîne.
-  Divê Hikûmeta Tikriyê bi fermî ji Hikûmeta Herêmê re lêborînê bixwaze û zirara malbat û xelkên ku ziyan dîtine temîn bike.
- Divê ku aliyên bi wê mijarê re peywendîdarin, kêşe û pirgirêkên xwe bi rêyên aştiyane û bi diyalogê çareser bikin û axa Herêma Kurdistanê nekine meydana bikaranîna hêzên leşkerî û serweriya axa Herêmê û Iraqê biparêzin.
- Ji Serokê Herêmê û hikûmeta Iraqê dixawez ku ji bo pirsgirêka binpêkirina sînor di nava hewldanan de bin.
- Divê li dijî êrîşên pêkan pêwiste Hikûmeta Herêmê, siyaset û peywendiyên xwe, li ber çavan derbas bike.
- Pêwist e bi lezgîn Hikûmeta Herêmê û hikûmeta Federal a Îraqê, destên xwe bavêjin bi kêşeyên gelê awarebûyî û ziyanên bi wan giheştine qereb bikin û kêşeyên wan yên tendirustî û perwerdeyî çareser bikin.
- Lazim e lijneyên peywendîdar yên li Parlamentoya Kurdistanê, li gor taybetmendiyên karên xwe li ser wê rewşê rawestin û raportên berfireh ji serokatiya parlamentoyê re amade û pêşkêş bikin.


 DÎHA/HEWLÊR  




Heyeta Herêmê ji Tehranê vegeriya

Heyeta Herêma Federal a Kurdistanê 2 roj berê çûn Tahranê û hevdîtin pêk anîn. Heyhet Herêma Kurdistanê ya di pêşengiya Nêçîrvan Barzanî de, bi Sekretêrê Lijneya Bilind a Asayîşa Îranê Seyîd Celîlî û Wezîrê Derve yê wî welatî Elî Ekber Salihî re civîya.
Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Tehranê, Mamosta Nazim Debbax, di navbera civînê de daxuyaniyek da û diyar kir ku civîn pir baş derbazbuye. Debbax, anî ziman ku herdu alî li ser geşkirina peywendiyên dualî gihiştine hev.
Debbax da zanîn ku di civînê de teqez li ser rêzgiritina serweriya zagonên ji bo parastina sînoran û her wiha hevkarî ji bo parastina asayîş û hêminiya Navçeyê û xalên sînorî yên hevpar hatiye kirin. Nûnerê Hikûmeta Herêmê Debbax, destnîşan kir ku berpirsên bilind yên Îranê ji serdana wê heyhetê ji welatê wan re, kêfxweşiya xwe nîşan dane û dane zanîn ku her dem ji bo pêşwazîkirina berpirsên Herêmê amade ne. Heyheta, pişti civînê bi Serkreterê Lijneya Bilind a Asayişa Neteweyî û Wezîrê Derve yê Îranê re hevdîtin pêk anîn û ji Mêherabada Tehranê ber bi Herêma ve bi rê ketin.