Hunermendê navdar ê ji Anatolya Navîn Bilal Ercan di konsera ji bo piştevaniya Kobanî de li Enqerê pêr bi şev di encama celta dil de wefat kir.
Hunermend Bilal Ercan ê 52 salî ji dilê xwe nexweş bû. Çav li rêbû roja piştî konserê emeliyata dil bibe. Tevî şîretên xizm û dostan, Bilal Ercan nexwest ji konsera piştevaniya berxwedana Kobanê bimîne û bi gotinên, “ciwan li benda min in, divê ez derkevim ser dikê" derkete ser dikê. Bilal Ercan li ser dikê bêhal bû û kete erdê.
Li wê derê wezîfedarêntenduristiyê mudexale kirin, lê dilê Bilal Ercan sekinî û wî li wir wefat kir.
Di konsera ji aliyî Înîsiyatîfa Hunermendên Kurd ên ji Anatolya Navîn organîzekirî de Ercan xwestibû ji bo piştgiriya Kobanê jî nemîne û israr kiribû tevlî konserê bibe.

Rihekê min heye Bila ew jî di vê rê de biçe

Organizatorê konserê û berdevkê Înîsiyatifa Hunermendên Kurd ên Anatolya Navîn Ergîn Xelîkan derbarê buyerê de agahî da. Xelîkan got, wan bi nexweşiya Ercan dizabinû û wiha peyivî: "Ez pêre bi telefonê peyvîm. Li mijarê pirsî, piştî ku min got ji bo Kobanê ye, bê dûdilî got, 'temam ezê werim, rihekî me heye bila ew jî di vê riyê de biçe."
Xelîkan çavdariyên xwe yê derbarê rewşa dawî ya Ercan de jî parve kirin û got, cara yekemîn e wî Ercan evqas zindî, bi coş, bê xem dîtiye.
Xelîkan wiha domand: "Min jê re got, dê 4 stranan bibêje. Strana wî ya 2'emîn strana Ez Welat'im bû. Wî strana xwe qedand hîn dema muzîk nesekinî raste rast li ser dikê kete xwarê. Raste rast ket. Mirovê sahneyê li ser dikê ket. Ji bo armanceke pîroz ji bo Kobanê li wir bû. Qet nehejiya, qet dengê wî ne lerizî wisa rast e rast ket"
Xelîkan got,  ew cara yekemîn bûye şahid ku Ercan evqas tund axiviye û got: "Li ser dikê axivî, behsa Kobanê kir, got, ez bejna xwe li ber şehidên Kobanê ditewînim. Got, ez şervanên YPG û YPJ'ê silav dikim. Bang li beşdaran kir û ji wan re got, 'Bi Kobanê bawer bikin, dê nekeve, Kobanê ya me ye, kurd e û dê kurd bimîne' gotina wî ya dawî 'bijî kurd û kûrdistan bû'"
Xelîkan destnîşankir ku li salonê nêzî 300 kesî hebûn û wiha domand: "Bi qasî wî kesî ji temaşevanan teqdîr û rêz negirt"

Peyama sersaxiyî ya HDP û DBP´ê

Hevserokên HDP û DBP'ê, ji ber wefata hunermend Bîlal Ercan peyamek sersaxiyê weşandin. Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de wiha hat gotin: "Bi xemgînî me bihîstiye ku hunermendê gel ê giranbuha Bîlal Ercan, ji ber celta dil rehmet kiriye. Ercan ê hêja, ku tevî nexweşiya xwe jî tevlî konsera piştgiriya Kobanê ya Însiyatîfa Hunermendên Kurd ên Anadola Navîn bû, bûye xwedî sekneke bi rûmet, mixabin ji ber celta dil ji nava me koç kiriye. Dostê me yê hêja bi deng, gotin û sekna xwe her tim li cem gelê xwe cih girt. Bila rehma Xwedê lê be, serê malbat, xizm, hevalên wî yên hunermend û gelê me sax be."
Di daxuyaniya DBP´ê de jî ji malbata wî û hezkiriyên wî hemûyan re sersaxî hat xwestin.

Jiyanek mişt huner

Ercan sala 1962 li Qonyê ji dayik bûye. Li dibistana destpêkê bi mandolînê gav avêt cîhana muzîkê. Paşê Ercan dest bi lêxistina baxlemê kir. Bilal Ercan li Zanîngeha Hacettepe dersdarî jî kir. Ew yek ji pêşengên bestekariya stranên gelêrî bû. 200 besteyên wî yên bi vî terzî hene.


 NAVENDA NÛÇEYAN