Navenda Çapemeniyê ya QSD´ê got, “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 13’ê Cotmehê de bi balefir û topan Girê Spî bomberdûman kirine.
Li gorî daxuyaniyê, “berê sibehê, piştî bombebarana bêserûber, artêşa dagirker tevî bi hezaran çeteyên xwe ji 2 milan ve êrişî bajêr kir. Piştî pevçûnên giran û êrişên hewayî yên bêserûber gelek çeteyên artêşa dagirker a Tirk hatin kuştin. Di nav
şer de ji ber tevgera bênavber a balafirên bê mirov, pêwendiya me bi hejmarek hevalên me re qut bû.
Nîvrojê de artêşa Tirk a dagirker piştî bombebaraneke giran, bi tank û panzeran êriş bire ser bajarokê Silûkê. Di nav bajarok de demeke dirêj şerekî giran qewimî. Herwiha hêzên me li dijî komên çete yên ku dixwestin di herêma Nestelê de bi pêş bikevin, çalakiyek kirin, di encama çalakiyê de ev çete reviyan. Piştî çalakiyê herêm bi balafirên şer û topan bi awayekî dijwar hat topbarankirin. Hêzên me li dijî çeteyên di gundê Sikêriyê çalakiyek kir. Dîsa li dijî konvoyek zirxî ya çeteyan çalakiyek hate kirin. Di encama her du çalakiyan de herî kêm 10 çeteyên dewleta dagirker hatin kuştin, 3 panzer hatin îmhakirin û 3 çekên AK-47 ketin destê hêzên me.
Her wiha di encama kemîna çeteyên dagirker de ambûlanseke ku dixwest birîndarên sîvîl ji herêmê derxe hate revandin û tu agahî ji xebatkarên wê nehatin wergirtin.
Di encama berxwedan, şer û bombebarana dijwar de bi giştî 6 hevalên me şehîd bûn û têkiliya me bi hin hevalên me re qut bûye.”